Daxistina azad

0.00

Category:
pênasî

Ev pirtûk, ji Anabasîs (Hilkişîn) a Xenopon ji romenî bi Zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Di vê pirtûkê de, adara di sala 401 B.Z. de li çiyayên Kurdistanê behsa şerê yûnan û kurda tê kirin. Xenophon, roj bi roj kiryarên girîng nivisandiye.

Vegotina Xesenopon, rasteqîn û pir herikbar e. Xwandewan, dema vê pirtûkê bixwînin di hiş û dilê xwe de yên bibin rêwiyên Kurdistan a berya 2500 salan.

Ji bo kesên kurdî baş tênagihên bûyer bi nîgaran ve jî hatiye rawekirin. “ …Tişta dinê ya ku di vê eserê de bala mirov dikşîne, gerdîşa “masiyên pîroz” in. Xesenofon di dibêje: “Piştî vê, Koroş di nava çar rojan de gihîşte çemê Khalos.

Di vî çemê ku berahiya xwe sed nig in de masiyên pir mezin hebûn û ew hînî mirovan bibûn. Xelkê Sûryayê bi çavê xwedayan li wan masiyan dinyêrîn û wek kevokan, nedixwastin kes zirarê bide wan masiyan. Bi goreyî baweriya xelkê wê derê ew masiyên Aştarteyê ne. Çemê Khalos/Xalos, şaxekî Firat e û ne zêde dirêje. Dibêjin dikeve bin erdê. Her wiha, diyare Khalos/Xalos dor û berê Riha û herêma Rojava ye. Ev gerdiş paşê bi serhatiyên Îbrahîm
Pêxember ve hatiye girêdan.”

ISBN: 3-930943-70-0

nêrîn (0)

nêrîn

There are no reviews yet.

Be the first to review “Daxistina azad”

Your email address will not be published. Required fields are marked *