ETÎMOLOJIYA PEYVA “XOR”

“Xor” peyveke pir kevin a di zimanê kurdî de ye û hevwateyê peyva “roj” e. Her çendî di axaftina rojene de neyê bikarîanan jî, peyva “xor” buye bingehê gelek navdêr û rengdêran. Wek tê zanîn gelek peyvên kurdî ku di warê gerdûnî de tên axaftin hene û ji qan yek jî peyva “xor” e.

JÊDERKÊN PEYVA “XOR”

Proto-Hînd-Ewropî *ĝher-3, *ĝherǝ-, *ĝhrē- ‘biriqîn, şemal dan’, (H)ie/o-r ‘sal/sere’; Proto-Hînd-Aryanî xraui– ‘roj/xor’, ravî-pûtra ‘kurê rojê’; Proto-Aryanî xrau ‘germkirin’; Sanskrîdî ravî ‘roj’; Hitîtî xarueanai– ‘biriqîn, berbang’; Lûvîkî xu-wa-ya-al-lî/rî ‘xwedayê rojê’; Avesta Kevin xuuar (*xuruear) ‘roj’; Avesta dereng xuuarx; Avesta nûdem (xvar); Sogdiyanî xwr ‘roj’; Pehlewî txwar; Osetî xor; Ermenîkî arev ‘roj’; Farisî xurşîd, Kurdî xor, roj.

Akadî ûrrû ‘ronahî’; Hibriya Tewradê or ‘ronahî’, ûr ‘xwrî/alav’; Aramî orta ‘hîveron’; Sîryakî wrl ‘korbûn’; Erebî awwara ‘gurkirina agir’; Ûgarîdî ar ‘ronahî, şemal’

Proto-Yewnanî *hrueal < *seh2-uel-; Yewnanîya Homer hēlios ‘roj’; Welşî haul, Kornîşiya kevin heuul, Bretonî heol; Îrlandiya kevin grîan ‘roj’; Îzlandiya kevin grȳiandi ‘berbang’

Ji danasînên jor gerdunameya peyva “xor” ji xweber tê nasîn. Jêderka vê wûşeya zimanê Proto-Hînd-Ewropî ango Hînd-Ewropiya Sereta ye û ji PHE *ĝher-3, *ĝherǝ-, *ĝhrē- derketiye holê. Ji hezaran salan pê ve, qonax bi qonax bi lêvkirinên mîna xraui-, xuuar (*xuruear) xuuarx, xvar pêkhatiye. Di encamê de wek “xor” tê gotin. Eşkereye ku navê “xor” ji biriqîn, çemaldan û ronayîbûnê derhatiye.

Di zimanê kurdî de çend navdêr û rengdêrên ji peyva “xor” derketine holê:

Navdêr:

Xoresan: Navê heremeke aryanîşîn e

Xoroz: Hemwateyê navê dîk, keleşêr e

Xorîst (xurîst): hemwateya navê xezayê ye

Xorom: gurzê desteyê mezin yê simbilên ceh û genim

Xorperest: rojperest

Xoce: Yê ku ho dike (diajo, rêvedibe, hîn dike)

Hor: dilgerm, şîrîn. Roj ji ber dilê hemû kesan şîrîn û rûken e.

Hore: îlahiya kurdan ya ku sibeh û êvaran berê xwe didan rojê û digotin

Horewêl: stranên duqolî, yên hember hev dihate gotin

Horg: dîvan, meclîs

Horî 1: Kalbavên kurdan ên berya 4000 salan. Guman heye ku navê xwe ji peyva hor wergirtibin. Ango gelê xorperest, rojperest.

Horî 2: Jinên li buhuştê re dibêjin horî. Ango wek xorê/horê diçirûsin. Lê belê di rastiya xwe de ev danasîna bedewbûna keç û jinên kalbavên kurdan horî-mîtaniyan e.

Horom: Mirovên rojava (hor: roj, om/ûm mirov) di zimanê horî-mîtanî, lûwî û hwd ji welat û gel re digotin omî/omînî

Hora/horon: şêweyê govenda hûrim, laz û balkanişînan

Xur: gilover

Xura: cemser, qutib

Xurî: alav

Renkdêrên ku ji navê xor/hor derhatine:

Xort: ciwanên zayend nêrza. Di gerdîşa kurdan de zarokên nêrza re aliyê başûr dibêjin “role”, aliyê bakûr jî dibêjin “xort”. Her wiha, diyare kurd zaroyên nêrza wek roja/xora malbatê disêwirînin.

Xurt: bihêz, qelaw, qerase. Ev peyv ji navdêra “xort” derketiye holê. Jêderka wê jî ji peyva –PHE *u̯reth- : *u̯roth-, yan *u̯rath– ‘pihêt, qeyîm’ e. Têkiliya vê û ûşeyên wek *ĝher– ‘ronahî, şemal’ navdêrên mîna xort û xurt çêbûne. Ango bingehê van hemûyan jî peyva “xor” e.

Di zimanên biyanî de “Xor”

Horûs: Xwedayê ezman yê Misirê kevnar. Tê wateya “yê li ser me re” Roj û hîv wek çavên Horûs dihatin sêwirandin û dawera wîjî teyrebaz bû. Serdemên antîk gelek caran dawêra rojê teyr bû. Ji ber ku roj di ezmana de wek candarekî bihereket dihate zanîn.

Hora: Govenda balkanişînan

Horizant: Aso, ûfûk

Horîstos/Xorîstos/Hirîstos: Wek navê Îsa pêxember tê bikarînan. Tê wateya yê bi rûnê pîroz hatiye şûştin. Di rastiya xwe de yê bi tîrêjên Xorê  ango rojê hatiye şûştin.

Horoskop: Bircên dora horê/rojê.

Hora/ora: Bi latînî saet, rawestgeh

Xoros: bi yewnanî tê wateya ‘çember’

Aphorîsm: derbîrana cevherî ya rêgezê

Her wisa mirov dikare mînakan pir zêde bike. Lê bi kurtasî di vê gotarê de behsa peyva “xor” û rengdêr û navdarên ji wê derketine hatiye kirin.

Bibliografi:

Alexander Lubotsky, The Indo-Aryan Inherited Lexicon (in progress) (Indo-European

Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojik Sözlüğü, 2. baskı, AR yayınları, 2019

Etymological Dictionary Project), Leiden University

Calvert Watkins, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, third editon, Amer Heritage, 2011

  1. Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, 2 vols. Tübingen–Bern–Munich: A. Francke, 1957/1969 (1st edn.), 2005 (5th edn.)

Joan Coromines, Breve diccionario etimologico lengua cas: 010 (DICCIONARIOS) Tapa dura – 1 noviembre 2005

Johnny Cheung, Etymological Dictionary Series, Etymological Dictionary of the Iranian Verb, 2007

Joseph H. Peterson, Dictionary of most common AVESTA words, 1995 Leiden Indo-European

Michiel De Vaan, Etymological Dictionary of Latin: And the Other Italic Languages, 2008

Pierre Chantraine, Dictionnaire étymologique de la langue grecque: Histoire des mot, Klincksieck 2009



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne