META MİN JÎ ÊZDÎ BÛ!

 

Ali Husein Keîm

Demekê ji deman, di navbajarên kurdan de kêmenetew serdest bûn. Ji ber vê hemû kar û barên bazarên Kurdistanê di bin tesarifa wan de bû, her wisa ev jî bûbû sedema deshilatdariya çand û zimanên wan. Ji ber avantajên bajarvaniyê wan çanda xwe ya şapînoz û bêbinî ji ser ya kurdan re didîtin. Nexasîm çûn û hatina bajaran a kurdên gundî ji şkenceyê jî girantir bû. Hema mirov dikare bêje ku çûna gundiyên kurd li nav bajaran bi serê xwe macerayek bû. Li pêş çavên wan bajariyên xweyî çand û zimanê kelkutî, kurd hov, çanda kurdî ya xwedî heçan û azmayîşa bêserûber jî serata û paşketî bû. Nexasîm bîranînên vî cureyî heya salên 1970’yî berdewam kirin. Ji salên 1970’yî şoreşa Kurdistanê destpêkir û xorekirina bajarnişînan jî nema. Ya rastî bajarnişîn perestvanên hêzdaran bûn, dema ku kurd bûn hêzdar wan jî koka xwe bi kurdan ve girêdidan.

Bajarnişînekî ereb rojekê gotibû, “ya axê welleh meta min jî kurd e.” Eger hingê wî gotiba “bavê min jî kurd e”, hingê dikribû kurdbûna xwe biselimîne, lê gava ku meta xwe ji bavê xwe pêştir nîşan daye, hingê nekurdbûna xwe jî eşkere dikir.

Ev pirsgirêk di navbera kurdên misilman, elewî, êzdî û hwd de jî heye. Bi taybet di navbera ên misilman û êzdiyan de pir xûyadar e. Gelek kurdên misilman qîma xwe ji êzdîtiyê nayînin. Ev bûyer bi tenê dijayetiya du olan ve girêdayî nîne. Helbet bingehên vê pirsgirêkê yên psîkolojîk jî hene. Kurdên misilman pir baş dizanin ku bavkalên hemûyan êzdî bûn, ji ber vê ew di binehişiyê de xwe tewanbar dibînin. Tewanê wan jî ji qetandina çanda resen ya kurdîtiyê ye. Ew kesên zêde rexne û lomeyan bi ola êzdîtiyê dikin, di binehiş de bavkalên xwe yên ku dev ji ola resen, ango ji ezdîtiyê berdana tewanbar dikin. Îjar ji bo vê helwesta xwe ya binehişî veşêrin qerf, rexne û êrişan li ola êzdîtiyê dikin. Tişta sosret, ev rexnegirên xwedî tewana binehişî carcaran jî dibêjin “kaka can meta min jî êzdî ye.”

Ola êzdîtiyê jî mîna yahûdîtî, xiristiyanî û îslamiyetê bi curbecur rîtûalên (ayînên) teknîkî ve tê danasîn. Çawa otorîteyên hemû olan heye, yên êzdîtiyê jî hene. Belkîm ji hemûyan dijwartir bin, lê di bingehê vê bûyerê de hizra xwe parastinê sereke ye. Heta mirov dikare bêje ku ola ezdîtiyê jî mîna hemû olan ketiye bin xizmeta deshilatdaran, lê ne qasî olên din. Nirxandina ola êzdîtiyê bi tenê mijara kast û çînan ve kiryareke çewt e. Divê mirov felsefa êzdîtiyê binirxîne, ta ku bikaribe encamên baş bidest xwe bixe û paşê jî hizir û ramanên dapalandî bi civakê re parve bike.

Eger mirov kemperandina olan bike, Êzdîtî ji hemû olan demokratîktir e. Belê îddîa dikim ku li cîhanê ji nav hemû olan êzdîtî tenê demokratîk e. Ji ber ku afirêner Xwedê ye, lê yên kar û baran dimeşînin fêrişteyên wî ne. Ango karîna rêvebiriyê fêrişteyên wî ne. Ji ber vê egerê êzdîtiyê re “ola fêrişteyan” jî tê gotin.

Di olên mîna yahûdî, xirîstiyanî û îslamê de karîna rêvebir, karîna qanûndan û darazê hemû di destê Xwedê da ne. Ango şêweyê deshilatdariyê otokrasî ye. Qeda û bela hemû di destê Xwedê de ye. Her tiştî Xwedê dide, distîne, didarizîne, miovan dişîne buhuştê yan jî dojehê. Lê belê di ola êzdîtiyê de Xwedê bi tenê sazkerê gerdûnê ye; karîna rêvebir, karîna qanûndan û darazê jî fêrişte ne. Her fêrişteyek bi girêdanî erka xwe dikarin van karan bimeşînin.

Demokrasiya êzdîtiyê di warê rêwiştî de jî eşkere ye. Yahûdî, xiristiyan û misilman dibêjin “Xwedê bide min/bide me”. Lê belê êzdî dibêjin, “berê bide 72 miletan, paşê bide me.”

 



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne