Feqî Hesen

HAFIZ AHMET TURHALLI:

Serokwezîrê hikûmeta Şêx Seîd: Feqî Hesen

Feqî Hesen rehberekî çalak ê têkoşîna Şêx Seîd e, hinek dibêjin, bi eslê xwe ji eşîra mezin a di navbera Darahênê, Lice û Hênê de ye û navê wê eşîrê Mistan e. Ev eşîr ji dabeşbûna li çar eşîrên mezin û bi hev re bira, peyde bûye. Ev çar bira Mistan, Botyan, Murtezan û Az e. Az birayê wan ê piçûk e û çûye wî aliyê Firatê bi cih bûye, li Cebaxçura berê ku navê wê yê niha Çewlig e. Ev eşîr niha xwedî nifûseke zêde ne, zêdetir endamê wan li Amed û Çewligê bi cih û war in. Cih û warê wan di navbera bajarên Amed, Mûş û Çewlîgê de ne. Hinek dibêjin, Feqî Hesen û malbata xwe ji eşîra Mistan in û piştre çûne li gundê Modanê yê li ber çemê Muradê bi cih bûne; hinek jî dibêjin, eslê xwe ji Modanê ye. Lê bav û kalên me digotin, ew ji Mistan çûne û li Modanê bi cih bûne. Gundê Modanê (Meşedali) girêdayî eşîra Ziktên e ku ew jî bi eşîra Mistan re di nav hev de ne.

Di nivîsên Dadgehên Serxwebûnê (Îstîklal Mahkemesî) ên kemalîstan de, Feqî Hesen weke kurê Hecî Suleyman tê pênase kirin û 35 salî ye. Berovajî vê nivîsê malbata wî dibêje, 1886’an ji dayik bûye û di Serhildana Şêx Seîd de 39 salî bûye.

Sê bira û du xwişkên wî hebûne. Birakî wî ji hêla Osmaniyan ve hatiye şehîdkirin.

Osmaniyan birayê wî şehîd kir

Darahênê serê sala 1900’î de bajarokekî girêdayî wilayeta  Bedlisê bûye. Ji Bedlîsê mûfrezeyek tê gundê Modanê û fermandarê mifrezeyê  destdirêjiya jineke bi navê Zeyneb dike. Li ser vê rewşê, birayê Feqî Hesen vê Mifrezê ceza dike û endamên mifrezeyê tên kuştin. Piştî vê bûyerê, mifrezeyeke gelekî mezin diavêje ser gund û birayê Feqî Hesen digirin û dibin Bedlîsê, didin bergulleyan û wî şehîd dikin. Feqî Hesen diçe ji bo cenazeya birayê xwe bibîne û cenazeyê defin bike, lê cenazeya birayê wî jî nadin wî û cihe mezelê wî jî nîşanî Feqî Hesen nakin. 

Feqî Hesen di gundê xwe de perwerda medresê dibîne û di dema serhildanê de zewicandî bû.  Du kur û du keçên wî hebûne. Feqî Hesen li Darahênê parêzeriyê dike û di mehkemeyan de parastinan dike. Di nav gel de weke mirovekî rewşenbîr tê naskirin. Weke mirovekî xêrxwaz û dilxwaz tê naskirin. Şêx Seîd 12’ê Kanûna 1925’an destpêkê dihere gundê Çanê. Civînan li derdora Cebaxçurê pêk tîne. Şêx Seîd 13’yê Kanûnê li gundê Kurikê civînê pêk tîne û di vê civînê de Feqî Hesen jî hazir e. Di civînê de behsa serhildanê, plansazî û amadekariyê tê kirin û guftûgo tên kirin. Rêberên mintiqê yên bi bandor tevlî van civînan dibin. Piştî vê civînê Feqî Hesen bi rengekî çalak tevlî hereketê dibe. Tevlî civînan dibe û haziriyên ji bo Serhildanê dike. Serhildan, 12’ê Sibata 1925’an ji ber provokasyonên dewleta kemalîst li navçeya Amedê Pîranê dest pê dike. Darahênê destpêkê tê azadkirin û wek paytexta Kurdîstanê tê destnîşankirin. Pereyên li banka Zîraetê tên desteserkirin û peyayên dewletê dîl tên girtin û, Feqî Hesen wek serokwezîr yan jî Walî li Darahênê dest bi kar dike. Karê hikûmeta Şêx Seîd bi destê Fehmî Bîlal Begê Licê û Feqî Hesen tê birêvebirin. Eşîrên mezin ên wek Mistan, Botyan, Murtezan, Ziktê û Az bi rengekî çalak tevlî serhildanê dibin. Di dorpêçkirina bajarê Amedê de jî ev eşîrên mezin cih digirin. Gelek mirov tên şehîdkirin.

Min wezîfeya xwe kir

Di destnivîsên Mehkemeyên Îstîklalê de dema Feqî Hesen tê dadgehkirin, tê gotin, “Wek walî 40 rojan li Darahênê berpirsiyarî kiriye.” Dema dewleta kemalîst vî û Şêx tînin rûberî hev, ew dibêje: “Ez tevlî serhildanê bûme û min kar kiriye, di vê serhildanêde barê bûyî para min, min pêk anî.”

Di dewama gotinên xwe de Feqî Hesen dibêje, “Dîlên we yên di destê me de bûn me baş li wan nihêrî, ev erkeke me ya mirovî bû. Talîmatên Şêx, min bê kêmasî gîhandin cihê wan û pêk anîn.”

Bi Feqî Hesen re qeymeqamê Cepaxçurê ji şêxên Çanê, Şêx Îbrahîm ji hatiye girtin û têlgirafên wan weke delîlan tên pêşberî wan. Di nivîsên arşîvên dewleta Tirk de ew mewcûd in. Dadwerê Darahênê ku ji bajarê Bursayê ye, weha dibêje; “Sadiq Beg û Feqî Hesen rêberên Serhildanê ne. Dema Darahênê ket destê wan, ev mirov xwedî hêzên mezin û leşkerekî zêde bûn.”

Mehkemeya dewleta Tirk der barê wî de hukmê bi sêdarê îdamkirinê dide.

Mirovekî mexrûr û bê tirs

Beriya ku ev Egîd û rehberên Kurdan werin îdamkirin, rojnemevanê dewleta qatil û zalim Behçet Cemal, ji hêla heyeta mehkemeyê ve tê vexwendin. Di pirtûka xwe ya bi navê îsyana Şêx Seîd de der barê Feqî Hesen de ew weha dibêje: “Berê têkoşer tev ji zîndanê derxistin û anîn bexçeyê zîndanê, ji wê derê birin ber bi sêdaran ve. Ji ber ku Feqî Hesen îdeologê serhildana Şêx Seîd bû, berê her kesî ew îdam kirin û ew li pêşiya tevan bû. Mirovekî mexrûr û bê tirs bû.”

Feqî Hesen û 47 hevalên wî ên têkoşer û qehreman 28’ê Hezîranê hatin şehîdkirin.

Piştî sêdarên Feqî Hesen û hevalên wî, dewleta qatil berê xwe dide şewitandina gundan û kuştina sivîlan. Destpêkê ji eşîreta Mistanê dest bi kuştin û talanê dikin. Jin û zarokan dikin kadînan û dişewitînin. Ji zarok û jinan koman çêdikin û tînin ber çemê Muradê. Bi pî û lingên wan ve keviran girêdidin û diavêjin çemê Muradê. Ji bo ku gulleyên wan vala neçin, mirovan dikin kadînan dişewitînin û bi saxitî dest û lingên wan girêdidin, keviran bi wan ve dikin û diavêjin çem. Fermanên mezin li Darahênê ê derdora wî pêk tînin.

Îro jî nevîyên wan şehîdan têkoşîneke bêhempa li dij dewleta qatil û dagirger a Tirk dimeşînin; dewleta xwînxwar di destên neviyên Feqî Hesen de tengav bûye. Nêviyên wan li çiya, li bajaran, li gundan tola wan dihilînin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava vîna wan şehîdan pêk tînin. Lê sed heyf û mixabin hinek ji nevîyên wan jî bi navê ola Îslamê, ola wan û me ya paqij, li cem nêviyên kemalîstan cih digrin. Bi navê ola me, neyartiya ola Îslamê, Kurdîstanê û gelê me dikin. Neyar, neyartiya xwe bi dijwarî dewam dike, lê gelê me jî, li beramber hemû zor û zilmê, berxwedana xwe didomîne. Hûn piştrast bin, nêvîyên we li beramber hemû zor û zehmetiyan jî, wê vîna we pêk bînin.

Ez dixwazim ji katibê Şêx Seîd, Fehmî Bîlalê Licê der barê xayinên Kurdan de hinek tiştên ku nivîsandine li vir bi we xwendevanan re parve bikim:

“Her ku bivir ji bo birrîna darê li dar dixist, darê digot axxx axxx axxx û dikir qêrîn û fîxan. Mirovê dar dibirrî ji nalîn û fîxana darê pirs kir, çi nalîn û wax waxa te ye?

Darê bersiv da û got: ´Darvano; ez ji te re nakim fîxan, û wax wax, feryad û fîxana min, ne ji bo te ye, qêrîn û feryada min, ji bivirê destê te re ye. Bivirê ku bi destên te min dibirre.

Bivirê di destê te de, koka wî ji min e, eslê wî ji min e, ji ber wê canê min, ruhê min û dilê min diêşe.´

Kurmê darê, ne ji darê be, dar xiranabe, nakeve. Hemû nêçîrvan, neyarê kewê ne, Kew jî neyarê koka xwe ye.”



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne