LAWAKIRIN JI XUDENA Û XUDELERA!

Di nav kurdan de gerdîşeke 3500 salan:

LAWAKIRIN JI XUDENA Û XUDELERA!

 

Ali Husein Kerim

Kurd biyaniyê van her du navên jor nînin. Dema ji Xwadê daxwaza qenciyekî dikin pir caran destên xwe bilindikin hewa û bi navên wek “Xwedana, Xwedalera …!” dest bi lawan û dîrozan dikin. Her kes van gotinan wek nave “Xwadê” dihizire. Her çendî armanca dîrozê yek be jî, di rastiya xwe de ji du xwedêwandên qencî û alîkarî tê xwastin. Yanê, “Ḫutena (Xwedana)” û “Ḫutellura (Xwedalera)” navên du xwedawendên Horiyan e û çarenivîsa mirovan diselimînin.

Navê şahbanûya xwedawendên horiyan Ḫebat (Xebat/Hewa) ye; Ḫutena (Xwedana) ve Ḫutellura (Xwedalera) jî di nav warxana (dayîra) wê de tên sêwirandin. Giringiya wan di hin nivisarên Heleb û Hattuşayê de hatiye destnîşankirin.[1] Anegoreyî nivisarên derbareyê festîvala Teşşub û Hebatê, Ḫutena (Xwedana) û Ḫutellura di asta xwedawenda Kasîtiyan a tenduristiyê Gulšeš DINGIR.MAHMEŠ de tên dîtin.[2] Li Ugarîtê de jî di asta Addama Kubbaba de ye.[3] Lê belê li wê derê bi lêvkirina nave Ḫutellurayê bi şêwazê ktrt (Kotharāt) e.

Bi kurtayî dikarin bêjin ku di piraniya nivisarên mixî yên Horî-Mîtamî, Ugarît û Hîtîtî de behsa van her du xwedawendan tê kirin. Diyare ji pêş 3500 salan vir ve bi navên wan lawa û dîroz li ser zimanên kurda ne.

Bibliografia

Ali Husein Kerim, Hurriler, Khuritler ve Kürtler

Emil Laroche, Teššub, Ḫebat et leur cour, JCS (Journal of Cuneiform Studies, Cambridge, MA) 2, 1948, 113–136

Emil Laroche, Documents en langue hourrite provenant de Ras Shamra; Textes de Ras Shamra en languehittite, in: J. Nougayrol – E. Laroche – Ch. Virolleaud – C. F. A. Schaeffer (eds.), Ugaritica V. Nou-veaux textes accadiens, hourrites et ugaritiques des archives et bibliothèques privées d’Ugarit; com-mentaires des textes historiques (première partie) (Paris 1968) 447–544. 769–784Laroche 1974E. Laroche, Les dénominations des dieux ‘antiques’ dans les textes hittites, in: K. Bittel – P. H. J.Houwink ten Cate – E. Reiner (eds.), Anatolian Studies Presented to Hans Gustav Güterbock on theOccasion of his 65th Birthday (Istanbul 1974) 175–18

  1. Yoshida, Ein hethitischs Ritual gegen Behexung (KUB XXIV 12) und der Gott Zilipuri/Zalipura, Bulletin of the Middle Eastern Culture Center in Japan 4, 1991, 43–61

Salvini, Die hurritischen Überlieferungen des Gilgameš-Epos und der Kešši-Erzählung, in: V. Haas(ed.), Hurriter und Hurritisch, Xenia 21 (Konstanz 1988) 157–172

  1. Salvini – I. Wegner, Die mythologischen Texte, Corpus der hurritischen Sprachdenkmäler I/9(Roma 2004)

[1] Emil Laroche 121-124, 1948.

[2] KBo (Keilschrifttexte aus Boghazköi, Leipzig/Berlin 1916 ff.) 14.142 I 20-28, dpl. KUB (Keilschrifturkunden aus Boghazköy, Berlin 1921 ff )27.13 I 13-18, CTH (Laroche, Emmanuel, Catalogue des textes hittites, Paris 1971) 698

[3] Emil Laroche 1968, 519. This list is according to the texts RS. 24.295, AO (Alter Orient und Altes Testament, Kevelaer – Neukirchen –Vluyn) 17.269 (

erdner, Andrée, Corpus des tablettes en cunéiformes alphabétiques, Paris 1963 172, AO25.167 (CTA 173). RS. 24.261 adds Adamma Kubaba.



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne