HELBESTEKE ALÎŞÊR EFENDÎ, SEREKÊ ŞOREŞA KOÇGÎRİYÊ

HELBESTEKE ALÎŞÊR EFENDÎ, SEREKÊ ŞOREŞA KOÇGÎRİYÊ

Ev helbesta Alîşêr Efendî ji hêla Doğan Yıldırım li Kovara Çira hejmar 9, sal 3, bihara 1997 hatiye weşandin.

Doğan Yıldırım dibêje ku, “min ev helbesta jêrîn a Alîşêr ji devê Belguzar Kevenlî bihîst. Belguzar anaha 64-65 salî ye. Kalikê wî Mistefa demeke dirêj li cem Alîşêr li Dêrsimê dimîne. Piştî demekê li gundê xwe vedigere û dersê dide zarokan.”

 

EY CANAN

Ey canan ez bi eşqa te jî hatim

Demê te yad mekim, çi bikim?

Ji hisnê te re ez jî matim

Lê ez feryad mekim, çi bikim?

 

Zihîn li eşqa te heye

Zaten li meşqa te jî heye

Li rûyê min şewqa te heye

Ez dil abad mekim, çi bikim?

 

Ez jî mailim cemal tu yî

Di fikra min de xeyal tu yî

Sêr dikim qîl û qal tu yî

Ez jî qisan îcad mekim çi bikim?

 

Seba te giştî aşiqan

Mal û milk kirin w3eran

Seba te jî şahê rindan

Ez jî berbat mebim çi bikim?

 

Ez jî Mecnûn tu jî Hewa

Li sevdayê te ye Lêyla

Seba şêrîn koy û qeya

Wek ku Ferhad çi bikim?

 

Ey canan tu jî serê yaran

Çima tu pirs nakî caran

Tu jî şad dikî exyaran

Li te bêzar mebim çi bikim?

 

Teqî bere yarê tê ye

Dijminê exyarê tê ye

Maîlê dîdarê tê ye

Ez bi te xeşat mekim çi bikim?



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne