ZIMANÊ HORIYAN KURDIYA 5000 SALAN BERÊ YE!

ZIMANÊ HORIYAN KURDIYA 5000 SALAN BERÊ YE!

 

Ali Husein Kerim

 

Dema ku gelên din ji oqyanûsan wêdatir, ta li Tûngûzan di peyvên ku dişibên zimanê xwe dibînin, bi
hema şabûnan dixwazin bifirin. Dema ku li Kurdistanê hin nivisar û navên tewaw kurdî derdikevin holê,
bi vê re yan dibêjin pîşadî, yan dibêjin ev ne kurdî ye, yan jî dibêjin jixwe “kurd nînin” ku dîroka wan jî
hebe. Lê belê li ser xaka Rohilata Nêzik û ya Kurdistanê, qey dibêjin nivisar ji xakê dibijiqin, helbest û
naxmeyên kevnar li ezmanan per û baskan lêdidin. Lê çibikin, dibêjin ku “ji guhê naxwaze bibhîze kerrtir
guh û ji çavên ku naxwaze bibînin kortir çav nîne.”

Hşn kes dibêjin Zimanê Horiyan dişibê yên Çerkez û Gurciyan. Ji ber vê egerê ew kalbavên Çerkez û
Gurciyan in. Bêguman dişibê zimanê wan gelan. Ka em carekî bi kûr û dûr bihizirin, Cografya ku kurd lê
dijîn ji Trans-Kafkasya destpêdike, ta Derya Spî, Andoliyayê û Kendoliya Basrayê didome. Helbet kurdan ji
zimanên gelên dorberên xwe hin peyv wergirtine û yên xwe jî dane wan. Heta têkiliyên xizmatiyê jî
peydabûne.

Wek kurdan mafê çerkez û abazyan jî heye ku ji bo xwe bîr û baweriyeke dîrokî biserûber bikin. Dîroka
me û ya wan gelan di hin deveran de dighêje li ser hev, hin deveran de jî ji hev cihê dibe. Gelek peyv û
biwêjên me û yên wan dişibên hev, destan û efsaneyên me û yên wan tevlihev bûne. Grîng e mirov ji vê
rastiyê dûr nekeve. Eger pirs bê li ser nîştimana horiyan a bingehîn, hingê em dikarin bêjin “ji kerema
xwe re rawestin!” Ji ber ku ew ji gelên Proto-Firat’in (Gelê Firêt ê destpêkê). Ango ew nîşteciyên
Kurdistanê ne. Bi yekbûna mîtanî û horiyan havêyna kurdbûnê hatiye avêtin. Heta di vê peydabûna
dîrokî de rola mîtaniyan % 30 ya horiyan % 70 ye.

Em dixwazin bala ew kesên ku dibêjin Kurdî Hînd-Ewropî ye ji ber vê egerê horîkî kurdî nîne bikişînin.
Kurdî jî wek horîkî zimanekî ergativ û aglunativ e (ango paşdaçekî ye). Eger em klurdiya standrtbûyû
daynin hêlekî, gelek devokên kurdî de paşdaçekî tê bikarînan.

Mînak:

Hat: koka lêkera hatin e. Hat+ in = hatin; di hin devokan de ji bo dema boriya dudar wiha dibêjin:

Hat-in-ne-ve → hatineve. Dema bala xwe bidin vê peyvê şêwazê “kok+paşdaçek+paşdaçek + paşdaçek” ango 3 daçek li dûv kokê rêzbûne.

Bi goreyî hin zaravayê ku bûye standart ev peyv dibe ve+hat+in+e = vehatine.

Her wisa bi vî şêwazî jî dibe “pêşdaçek +kok+ paşdaçek + paşdaçek.

Nivisara şahê Urkeşê Tîş-Atal û kurdiya hemdem bikemperînin, diyar dibe ku horîkî kurdiya 4500 salan berê ye.

 

a) An goreyî nivisara mixî bi kiteyî:

“Ti-iš-a-tal en-da-an ur-kešKI pu-ur-li nergal ba-a-aš-tum pu-ru-li a-ti a-al-li Lu-ba-da-ga-aš

sa-ak-ru-in e-me-ni tašpi’alli DINGIR-Lu-ba-d-ga-aš tašp-ô-in êni-ya hav-aya haz-ô-ve-in”

b) An goreyî nivisara mixî bi peyvî:

“Tiş Atal endan Urkeş puruli Nergal baştum puruli ati ali Lubadagaş sakruyin

Emeni taşpialli DINGIR-Lubadagaş taşpoin eniya havaya hazoveyin”

c) An goreyî Kurdiya kevnar:

Tasê Ato endamê[1] Jûrkaş[2] (ev) parêzgeha NERGAL bestand[3]. Pîroz Lubadagiş jî suxreyê wî ye. Yên çespîne (xwalî), Pîroz Lubadag jî wan çespîne. Homînî jî hêviya[4] wa hajênavê[5]

d) An goreyî kurdiya nûjen

Tasê Ato endamê Jûrkaş ev parêzgeha NERGAL bestand. Pîr Lubadigi şuxreyê wî ye. Yên vê çespî xwalişkin, Pîroz Lubadig jî wan diçespîne. Homîniyê wan jî hajê hêviya wan nabe.

Him di tabloya jorîn him jî di şêwazên curbicur hevokî de diyar dike ku ev nivisar kurdiya 4500 salan berê ye.

pdf bitikînin

[1] Endam kürtçede ‘üye, belirlenmiş kimse’ demektir.

[2] Jûr/jor kürtçede ‘yukarı, üst’; kaş ‘yokuş’ demektir. Jûrkaş ‘tepenin üstü, yukarda’ anlamını verir.

[3] Bestandin ‘bağlamak, kapamak’, bestand ‘bağladı, kapattı, bloke etti’

[4] Hêvî kürtçede ‘umut, beklentî’ demektir. Bunun Hurrice hav-aya ‘dua’ sözcüğünden kaldığı anlaşılıyor. Kürtçe buna benzer hawar ‘imdat’ sözcüğü de vardır.

[5] Hajê kürtçede ‘haberdar olmak, bilmek’ demektir. Hurrice haz-ô-ve-in ‘duymayacak’ anlamındadır. Bunun kürtçeye yansıması hajênavê/hajênevê ‘duymayacak, haberdar olmayacak’ anlamındadır.



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne