QİYAMETA MALA BAVÊ MİN Xelek

QİYAMETA MALA BAVÊ MİN

Xelek I

 

 

Keleşê Kiwêxî

 

Dî dêstpekê de ez dixwazim xwe bi we bidim naskirin.

Navê min Besê ye.

Navê bavê min jî Elîk e.

Ji min re bi kurtasî dibêjin Besê, ango Besika Elik.

Dî Qizaniya min de bavê min bê dunde bû.

Malbata min piştî kû ez dam mêr Xwedê birayek dabû min û malbatê .

Êdî bavê min hew bê dunde bû. Şikir ji xwedê re kurekî wî jî hebû.

Bavê min navê birayê min danîbû Mehmed. Mehmedê Elik, gelek bi qîmet bû. Em hemû li ber wî bûn. Di malbatê dê Mehmet biçûkê me hamûyan bû.

Ez Besikê êdî bi mêr bûm. Wek hemû kesên nû gihayî ava jiyanê hê nû di sîng û berên min de digeriya. Lê zewaca min bi daxwaza min bû. Navê hevserê min Hecî bû. Hecî çend salan ji min mezintir bû ku ew bîrawer bû. Di malbatek pir biçûk de dijî. Tenê du pismamên wî hebûn. Navê wan jî Cahwer û Mihama bûn. Malbata wî gelekî qedir û qîmetê min digirtin. Ez bûka nû bûm. Bi min gelek suxreya malê nedidan kirinê. Lê dîsa jî min xwe vala nedihişt û di hemû kar û beran de min alikariya wan dikir.

Serdema ku ez bahsê dikim dema ku hêzên mêtinger welatê me dagir kiribûn û sistemên (Pergalê) Feodali û Axatîyê li heremên me ji nuh ve bi cih kiribûn.

Mixabin nîr û zihniyeta paşverû ya axatiyê li herema me jî cihê xwê girtibû, wan hedî hedî fitne û fesadî bera nav me didan. Gundê me ji sê Malbatan pêkdihat û ji wan re digotin Simokan, Mûsan û Şerokan.

Ez bî xwe ji malabata Şerokan, hevserê min jî ji mala Simokan bû.

Hevgirtina Gundiyên me gelek baş bû. Ti caran parçebûn neketibû nav me. Me çavê yek malbat li hev dinêrî û ya herî baş jî, hertim zewac di navbera wan her sê malbatan de çêdibû. Her wiha vê yekê moralê gundiyên me xurtir dikir. Bi vî avayî hevgirtin, rêzgirtin, hez ji hev kirin, rûmet û hwd bibû para gundê me. Gundiyan ji zarokên hev re digotin lawo û keçê, heta bêyî hev xwarin nedixwarin.

Ji xwe, kesî nikaribû koman bine ser gundê me û talana me rakin. Di gundê me de rûmeta Rûsipîyan gelek hebû. ;Ne ku ez dibêjim, bawer bikin tifaqa me gelekî baş bû.

Wek jorê jî min behskir bi destên dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de parçekirin, sîstema

axatiya paşverû û cehşîtiyê dest pê kiribû. Ji ber vê egerê êdî li herema me jî kesên kû ketin li pey bidestxistina kursiya desthilatdarî û malê dinê xwe digihiyandin mêtingeran. Jixwe timabûn yek ji sedemên bindestbûn û parçebûna welatê me ye.

Li herema Torê gundê me bibû hedefa wan a yekemîn. Ji bo bêtifaqiyê bixin nav gundê me, her tişt dikirin. Dixwestin gundiyên me bere hevdin. Di destpêkê de xwestin gundiyan bînin li hemberî hev. Lê gava dîtin bi vê nikarin ti encamî bigrin, dest bi kiryarên qirêjtir kirin. Carinan talanker dişandin li ser gundê me yê ku jê re dibêjin Kiwexê.

Bi êrişên talankeriyê jî nikaribûn biserkevin. Ji ber vê egerê dîsa wek berê dest bi ewantî û gelackeriyê kirin ta ku yekheviya gundê me xirab bikin.

A rastî wan ev qiyamet bi serê gelek malbatan de rakirin, lê ez dixwazin behsa mala bavê xwê bikim.

Sal 1911 bû. Malbata me pir bi nav û deng bû. Ji malbata bavê min re digotin Şêran. Di herema Torê heverkan de (Mêrdin Midyad) li hemberi desthilatdariyê û nehaqiyê tenê gundê me derdiket û ji gundê me jî malbata me serkêşî dikir. Ji ber wê sedemê ji em bibûn hedefa dijminan. Bav û apê min koma pismaman û bi tevî hinek gundiyan hertim di nav rewşa parastina rewa de bûn û gundê xwe diparastin. Jixwe êdî em bûbûn kelemê li ber çavên xêrnexwazan. Wan jî ji bo êrişî li ser gundê me bikin xwe amade dikirin.

Rojekê ji rojan min kir nekir xewa min nehat. Ez serê sibehê hê zû ji xewê rabûm. Nizanim çima wisa bêmahd, xemgîn û dilşkesti bûm. Min kir û nekir dilê min neçû xwarinê. Hingê keçeke min a çar sali hebû û êdî ez bûbûm dayîk. Keça min û bavê wê hê razayî bûn. Yekcar bêhna min gelekî tang bû. Ez nizamin çima ji nişkê ve wê xemgîniyê xwe avêtibû ser min. Min xwest ez bigirîm ta ku bêhna min vebe. Min di dilê xwe de digot, “gelo çima, ji ber çi ez wisa xemgîn im?”

Hêdî hêdî dengê banga dîkan jî dihat û gundi yeko yeko ji xewê şiyar dibûn. Rojeke havinê ye û dinya germ e, xweş e. Min dixwast ez birayê xwe Mehmed bibînim. Hewqasî min bêriya wî kiribû. Qey digotin ev çend salin min wî nedîtiye. Sibehê zû gundî şiyar bûn, sewalên wan derdiketin, bêrvîan di nav sewêl de ne. Min dît wek hewar û qiyamet li nav gund rabû. Min go ‟ev çi bû, gelo çi qewimî?” Ez bi tewrekî lez çûm ser ban û min nêri û guhdar kir ka çi diqewime.

Axxx kû axx vêcarê ev ji me kêm bû, Haco axa yê II. bi heft aşîran, tev li gundên derdor û cîran havîrdora gundê me girtine. Tû kes nikare ji gund derkeve an jî têkeve gund.

Haco axayê II. kî yê? Ka ez ji we re çîrokeka wî vebêjim.

Rojeke ji rojan Dewleta tirk avetibû ser Gundê Mizîzexê. Ew gundê aşireke êzîdiya bû. Jê re digotin gundê Şifqata. Mala Haco bi darê zorê ji wan standibûn. Haco di wî gundî de bû. Xeber ji mala bavê min re hat ku tirkan mala Haco dorpêç kirine. Bav û apê min, merxasê Kelika Xelefê Meşo çûn bi hawara mala Haco de. Ev bûyer bûye mijara stranekî jî. Wek di Stranê de ji tê gotin, navê Hevsera Haco Zeyneb e.

Stran:

Beja Şera Şera le Zeynebê yadê Şera manê

Ferman rabû ji bajarê Stembolê ji Axayê merê,

Esker meşiya ji bajarê Ankarê ji Haco yê merê.

Şahdê Haco yê Osmên bavê Cecen axayê Torê

Heverka gelek henê berê xwê ji Askerê Devletê naguherê.

Ezê bi darî Keleha Mizizexê ketim le wa di korê dê.

Dî we vecreyê serê sibê de 3 Tabur askerê Devlete xwê berdanê de min di boqivan li boriyê da Manê Şahdê Xelefê Meşo gelek henê tiving avet serê boqivanê Devlete da sere wi kir wê qazana Şorbê de.

Ezê bi darî Keleha Mizizexê ketim le wa bi ava .

Dî we vecreyê serê sibê de 3 Tabur askerê Devletê xwê berdanê de Manê gelek hena Şahdê wi Salihê Pira hiqadarek di destê deyê midi debeyek aveta wî Kumadarê Devlete we Hilqadara destê wî li Kumandarê devlete kir silava.

Beja Miho, baro, Cercur Xelef bikin û bilezinin hunê wan rextê reş li wan bejnen zirav bişidini Xencerê Xerzanî bi celkatî di ber bejna xwêde bi cikinin

hune wan Askeren Tirkan bi darê zorê ji we keleha Mizizexê biderinin.

Manê tevde wernê tevdê werne manê hun hamû berxê kozekê nê lo wernê bavê minino wernê.

Haco û mirovên wî Zeynebê di qada wî şêrî dê dihêlin û direvin. Zêyneb dikeve destê Askerê Tirkan. Hingê Zeyneb du canî bûye. Wek dupişkên xezebê li ser eniya Apê minî Xelef Meşo bigirin, ew dest diavêje darê modelikan xwe û dikeve nav qada şer û bang li Fermandarê Tirkan dike û dibêje:

‟Hey kafir ma ev gel bêxwedî yê?”

Paşê Zeynebê rizgar dike, tîne li ba Maksikê file û dibêje:

‟Te digot Kêlikan ne mêrin” û dikene.

Haco axayê I. pişti demekê dimirê û Zeynep diwelide û xwedê kurekî dide kû navê bavê wî ledikin û ew ji dibe Haco yê II.

Belê, belê we rast famkir, yê ku fermana kuştina mala bavê min rakiriye û gundê me dorpêç kiriye, ev Hacoyê II. yê ku Apê min Xelefê Meşo ew ji mirinê xilas kiribu, ew bi xwe ye.

Piştî demeke kin teqîniya tivingan hat bîhîstin, pêra pêra dengê qîrîn û hawara dayîkan hat. Çeteyên Haco gule avetin Katoyê kurê Xelefê Meşo û ew kuştin. Paşê çeteyên Haco yeko yeko dora malan girtin û lûleya modelikan kirin serî û singê me. Wê rojê em hemû ji mêraniyê xistin. Ti kesan nikarîbû alikariya me bikin. Mala bavê min di berehê (şkeft) de dîl girtin, her çi kesên ku mêvanê wan bûn jî bûbûn dîlên Haco.

Vêca mi got kû mala bavê min di berehê de bûn û li ber çavê min evdala Xwedê ji komkujiyê re derbasdikirin. Tiyê min Cehwerê pismamê hevserê min girêdan û tivinga wî birin. Bawer bikin mirin û kuştin ji halê me bi hezaran carî çêtir bû. Çawa tu sax bî û li pêş çavên te malbata te bê kuştin û tu nekarî alikariya wan bikî. Sed mixabin kû wisa li me hatibû. Gundiyan bang dikir û daxweza rehma Xwedê ji Haco yê xwînmij dikirin û digotin:

‟Haco hema van zarokan berde, ma wan çi bi te kirine?” Lê çi feyde. Ne rehm di dilê wî de bû ne jî wîjdan.

Ez hêdî hêdî bi xwe dihesiyam ku serê wê sibê xemgînbûna min ji ber çi bû.

Wê gavê min zanî ku qey qiyameta mala bavê min bû. Haco û apê wî Serhan kes nebexşandin. Lê, hin dayîkên ku nehatibûn girêdan, mirin dan pêş çavan û çûn ser Berehê. hinek zarok rizgar kirin. Hinekan ji wan zarokan kirin paşilên xwe, hinekan jî ew di bin kirasên xwê de veşartin û anîn. Gava ku, hevsera tiyê min Cahwer hat, diyariya herî mezin ji min re anî. Ew diyarî jî birayê min Mehmed bû. Hingê ez him digiriyam him jî şadibûm ku birayê min sax filitî ye. Êdî birayê min di hemêza min de ye û ez wî ji dil û can maçî dikim. Çeteyên hov û dirinde ên Hacoyê xwînmij pê hesiyan ku dayikan zarokek ji kuştinê xelaskirine, ji ber vê hema yekser hatin û ketin hewşa me, mehmed jî di hemeza min de bû.

Axx Xwedêo! Waxx Xwedêo! Ka ez çawa ji we re bêjim. Zimanê min nagere. Birayê min ji min standin li pêş çavên min ew kuştin. Xwezî ez wê rojê nejiyama. Wan kafirbavan, wan dehşan, wan xwedê nenasan ew kurikê du salî bi xençer û singûyan li ber çavên min kirin dû perçe û roviyên wî dan destên min. Cahwer tiyê min weki hirçekî dikir kûrekûr, Xwedê heye wî kir û nekir nikaribû destên xwe vebike. Ez behitim û ketim, dilê min eşiya ûrt, û ocaxa mala bavê min tefandin, kor kirin, dîsa bavê min Elik bêdunde mabû.

Lî Berehê Apê minê Xelef û Cercûr liberxwe didan, şerdikirin. Piştî demekê şûnde me dengek bihîst. Hacoyê xwînmij bang li Apê minê Xelef kir û got: ‟Xelefê Meşo, hemû jin dikarin ji Berehê derkevin, le mêr û zarokên kur na. Ez îro hatime ku ocaxa we bitefînim we biqedînim. Zilamên mala bavê min yeko yek li ber çavê min dihatin kuştin.

Min digot. ‟ka xêrekê li min bikin û min jî bikujin, ta ku ez vê zilmê nebînim”.

Ez serê xwe radikim li Xwedê dinerim û dibejim:

‟Xwadêyooo, xwedêyo ka tu li ku yî, çima tû alikariya me nakî? Hema destê Cahwerê tiyê min veke, û tifingekî bixe destê wî.”

Lê duayê min ên wê rojê vala bûn, qet pêk nedihatin. Wê rojê xwedêyê ku rehm di dilê wî de bû û hemû mirovahî diparast tine bûbû.

Piştî demekê jineke din hat hawşa me û zarokek ji bin kirasê xwe derxist û da min. Min got, ‟na, na dê wî jî bikujin.”

Di wê navberê de çeteyên Haco yên Salihan ku ew cîranên Gundê mebûn jî ketin hundur ku xwestin wî kurikî jî bikujin, lê wê carê Xwedê hat hawara min, te digo qey Xwadê hê nû bi hawara min bihîstibû. Hingê kirîvê me yê file (Mesihî) Melkê jî bi çeteyên Haco re hatibû. Lê belê ew ne ji bo dujminatiyê, ji bo hinekan me ji mirinê xilasbike hatibû. Melkê di wê navberê de hat hewşê û tifing kir serê wan û got:

‟Min gû li wîjdanê we kirino, vî zarokî berdin.”

Her wiha, Hîto bi wî awayî rizgar bû. Hîto kurê Apê min ê Cercur e.

Cawher ji Melkê re got:

‟Ka tu zû destê min veke”

Lê Melkê destên wî venekir û got, ‟tû bi teneyî û wê bên we jî bikujin.”

Melkê dîsa çû cem Haco. Cahwer sê dengan gazî li Xelef kir got:

‟Xelefoooo!”

Apê min Xelef bersiva wî da got:

‟Çî ye Cahwero, ka tu çima bêdengî, min digo belkî tu rojekê bi kêri min bêyî, min pişta xwê bi te rastdikir. ”

Cahwer go: ‟ma sayî ye an ewr e.”

Xelef got: ‟sayî ye, sayî Cahwero”

Cahwer got: ‟divê hinek ji we ji Berehê derkevin xwe xelaskin û li ber xwê bidin”

Lê, keys û delîv nekete destê wan, di berehê de berxwedana xwê domandin. Ji sibêhê hatanî evarê li ber xwe dan. Lê di encamê de çeteyên Haco çun baniyê berehê wekirin, resî û puş avetin ser wan, ji pey re agir berdan ser wan. Hovîtiyeka wisa bû ku qêrîn hawar, kûre kûra zarokan bilindî ezmênan dibû. Hîto di himeza min de ye, ez wi zamdikim û bi xwe ve dişidînim. Di Berehê de ji bilî jin û zarokan 36 mêr hebûn. Yên kû min jimartin bi giştî nêzî 100 kesîbûn. Ew hemû jî li pêş çavên min hatin şewitandin û kuştin. Ji mala bavê min bitenê Hîto, Zêdê, Têlî û bavê Zêdê xilasbibûn. Bavê Zêdê ji ber ku wê rojê ne li mal bû nehatibû kuştin.

Ji wê rojê û şûnde çi li min hat? Êdî navê min bû Besikê, Besika dîn, ez dîn bûbûm, min gazî keça xwe ya çar salî kir û min qambura wê qut kir piştî demekê xwedê ew jî ji min girt.

Di wê navberê de sonda Edula keca Paşayê Milan ku li ser Derweş xwarî, hat bîra min. Lê sonda wê bi min piçuk hat. Min xwest ku ez sondeka mezintir bixwum. Ma ji we wêrê, min Mehmedê birakê xwe ji bîr kir? Ma min kuştina egidên mala bavê xwê ji bir kir? Her ez dizanim çi anîn serê wan û bi çi avayî ew kuştin.

Min sond xwar û got, ‟ez ê ti caran nehelim kû ken bikevê ser levên min û ez ê vê jiyanê li xwe heram bikim.

Ezê ne tenê wek Edulê ji mala xwe neçim mala cîranan, ez ê ji malê dernekevim ku ez wê berêhê nebînim.”

Dem derbas bû, sal derbas bûn û xwedê kurêk da min, lê li heft mehî min navê wî danî Usif û pitşre jî keçeke min çêbû navê wê Fatim`e. Ez dayîka du zarokan im. Lê min ji wan re ti dayiktî nekir. Ji ber ku min sond xwaribû.

Belê, çiroka mala bavê min bi vî awayî bû û min tim ev ji zarokên xwe re vegot. Ew jî wê ji zarok û nevîyên xwe re vebêjin û dibe ku ev serpehatî rojekê were nivîsandin.

Hevpeyvina bi Dayê Tereza re kû di dema Komkujiyê de, di Şikeftê (Berehê) de bû.

Dayê Tereza, di Sala 2003’an de li Bajarê Osnabrück a Elmanya çû ser dilovaniya xwe.

Dema kû çavên xwe ji jiyana vê Dinyayê re girt emrê wê bibû zêdeyî 100 salî.

Ez Tereza. Keça Cercûr ê Meşo û biraziya Xelef ê Meşo me.

Di dema Komkujiya Qiyameta mala bavê min dê emre min derdora 8-9 salî bû. Dema kû çeteyên Haco yê xwînmij derdora Gundê me girtin ez di berehê de bûm. Em hamû malbata mala Meşo di berehê de bûn. Ez ne şaş bim dû Xwarziyê me bi navê Simo û Tahlo jî di berehê de bûn. Simo û Tahlo ji malbata mala Simokan bûn. Xwê li ser xalane xwe kiribûn û di Berehê de man. Rojeka Havînê û dinya germ bû. Hin berê sibehê bû. Bawer bikin belki hîna dengê dîkên serê sibê jî nehatibû. Qeuleki me Ezidiyan heye bi navê Qewlê Sibehê (Cindiyo) dibe…

– Cindiyo raba sibeye.

– Ma tu nizanî kû xewa Sibehê li me guneye.

– Belkî dijmin li dora male me ye.

Hertim ku mala bave min tê bîra min, yekser Qewla Cindiyo dikeve bîra min.

Tu dibê qey ew qewl li ser mala bavê min hatiye gotin. Jiber kû qewleki geleki rast û hişyariyeke gelek di cihê xwe de ye. Heydênî li gund ketibû, qîr û qiyamet li nava gund bû. Wecrê berê sibehê bû. Gund dorpêçkiribûn. Kesî ji gund nikaribû ne derkeve û nejî têkeve. Em zarokên kû hê di xewa şêrîn de û di himbeza dayik û bavên xwe de razayi bûn. Min dît dengê tifingan û nalên kete kambaxên Şerebnaran. Qîrîn û hawar ket Berehê. Em gundî wê rojê hamû bibûn pepûk û digotin me çikir û çikir me bi serê xwe kir, lê êdi Çeteyên Hacoyê xwînmij dora Gund girtibûn .

Dayê Tereza keserek kûr berda, destpekir û got:

Wê rojê ez jî bûme bask şikestî û qiyameta min bû. Qiyameta mala bavê min bû. Wê roje mala bavê min hamû kor bibûn. Ev çend roj û çend şev bûn digotin wê Kom werê û digotin va hatin, va hatin çetê Haco. Hatin lê tû tedbîr negirtin û xwe di Şikeftekê Berehê de îzole`kirin.

Ya balkêş em Zarokbûn. Bi hatina wan çavên me tijî tirs bibûn û em di rihilîn û digiriyan.

Ez niha difikirim ku Gund di wê kêliyê de miribû. Gundî hemû ji mêraniyê xistibûn, çav tirsandî kiribun. Erê mala bavê min kor bûbun û bîr`nebirin lê nizanim çima kesî Gundî ji wan negot hay ji xwe hebîn, xwe biparêzin.

Cîranên ku me erd û Ezmanê xwe, nan û ava xwe ya pîroz bi wan re parve dikir, ew jî nebûn dostên me. Di pêşiya Çeteyên Hacoyê xwînmij de cihê xwe girtibûn û bibûn tajî ji wi û hevalên wî rê.

Di êrîşa pêşî de Kur apê min Kato kurê Xelef kuştin. Hetanî kuştina Kato jî, Apê min Xelef hîna ev hatina wan û dor girtina me, ji dil negirti bû. Kato ket erdê Jinapa min Almo hat û xwe avêt ser laşê wî. Almo kî ye? Almo hevsera Xelefê Meşo bû. Ji Gundê Bahnimnê bû. Jinek bi hêz û zîrek bû. Gelek şehreza bû. Min, jin wek wê jinê bi kezeb û cesaret nediye. Jinek bi hêz û xweşik bû û ji aliyê her kesî ve dihat heskirin. Dewletê 4 mêrên Kîwexiyan girtibûn û xistibûn Zindana Mêrdinê. Almo di wê demê de bi tenê diçû cem hevserê xwe Xelef û dihat.

Navên kesên ku hatin girtin :

1- Xelef ê Mêşo.

2- Cindoyê Çimkê

3- Hesenîkê Dendel.

4 Hemedê Cahwer.

Ji van her çar kesan Hemedê Cahwer keç nedabû çeteyên Osmaniyan û ji wê sedemê jî ew nehatibû berdan. Van her sê kesên din sê keçên xwe berdêla berdana xwe de dabûn çete û rayedarên dewleta Osmanîyan, da kû xwe ji mirinê rizgar bikin. Lê mixabin dîsa hemû li ser daxwaza rayedarên Dewletê û bi destên çeteyan hatin kuştin.

Ji ber ku Hemedê Cahwer keç nedabû, ew li girtîgeha bajarên weke Mêrdîn û Diyarbekirê hat girtin. Lê heta roja îro jî ti kes nizane cihê wî li kîjan goristanê ye.

Serhan Bahnimnê bi zorê ji xwediyê Gund standibû û Qesrek ji xwe re tê de ava kiri bû. Navê Qesra

Serhan jî lê kiri bû. Qaşo xwe mezine hemû heremê didît.

Mala Haco koma xwe rakirin ser gundê Mişawilê û serê Ebûzêdê Miradê, mezinê kêlikayên

Mişawilê jêkirin. Lê bi dehan Kurdên Êzdî di wî şerî de hatin kuştin.

Piştî kuştina Ebûzêdê Miradê, pismamên wan ên ku ji ber kuştinê filitîn, wan jî, ji neçarî xwe avêtin ber sitara Şêxên Berhokê. Xwe avetin bextê Şêx Bekê. Hingî Şêx Bekê li ser kuştina Ebûzêdê Miradê hîn rûyê wî nequsandîbû. Ji ber ku dîsa milek ji milê kelikan mabûn bê serî û bê sermiyan.

Saroxan ji Şêx Bekê re got, ma li te xêr e, çima rûyê te nequsandî ye?. Şêx Bekê li nava çavên Saroxan nêrî û got: Ma tu nizanê çima rûyê min nequsandî ye?

Ma tu nizanê ku xelkên dilnexwaz serê mêrxasekî weke Ebûzêdê Miradê jêkirin û milekî kelikan dîsa hiştin bê sermiyan.

Çaxê ku Şêx Bekê ev gotin ji Saroxan axa re got, Saroxan axa herdû destên xwe li nava serê Şêx Bekê xistin û got: Mala te ne ava, min digot belkî çi çêbûye, ma tu nizanê ku ji nû ve tu bûyî Şêx û ez jî bûm axa.

Şêx Bekê got, na bi serê te. Min nizanîbû ku Şêxbûna min û Axatiya mala Osmên li ser jêkirina serê mêrxasên êzdiyan e.

Piştî kuştina Ebûzêdê Miradê, mezinê kelikayên ku îro ji wan re dibêjin bahnimî.

Bahnimî ji beşek ji Eşîra Kelikan e û pismamê Kiwexiyan e.

Ji tevahiya eşîran, tirsa malbata mala Osmên ji mala Mêşo hebû, Ji ber ku him bi kêrî daxwazên wan dihatin û him jî di karîbûn li hemberî Desthilatdariya mala Osmên rabin.

Ez bi vê zarokatiya xwe bi vê bûyerê hêji difikirim gelo çawa Ademîzat (mirov) karin bextê xwe bavêjin û bê Ojdan bibin?

Ezidiyan qiymet dan wan kesan lê wan, Desthilatdariya zilmê li ser Êzidiyan avakirin. Li hamû Gundên Ezidi û Mesihiyan Komkuji pêkanîn. Çi merên qanc di nav civakê de hêbûn hamû kuştin ango wek apê Ebûzêdê Miradê, serjêkirin.

Em di Şikeftê de bûn, şer giran bû. Ji xwe navê wê lê ye, Ferman e.

Ma kes nikare ji ber Fermanê bazde û nexasin ku tu di Şikeftekê de be. Mezinên me nizanibûn kû bi kû de herin. Herin bi Zarokan ve an herin Berehê biparezin. Ango herin birînên birîndaran girêdin. Gelo kuştiyan bidin alîki? Wan jî, hew zanibûn çi bikin.

Min li Jinan nêri û meyze kir teva diponişin. Min li Mêran dinêrî teva wek Lavijê kurê Pîrê kû hêviyên xwe winda kir û ber bi Xwedê dizûriyan. Serê xwe rakiribûn, çavên xwe girtibûn û pirs dikirin ev ci Qiyamete hey hawar!

Apê min Xelef hew zanibû çi bike. Tenê poşmaniyê lêdabû û di serê wî de gelek pirs derbas

dibûn. Ji xwere digot kuro te çima tifaqa Kêlikan ava nekir. Te çima eşîra xwe ji wan bêbextan re berda. Ji çavên wî hestir dihatin û bariyan. Lê ne ji tirsan bû. Ji ber qehra bê tifaqiyê bû. Wî dizanibû ku tenê wî karibû dîsa aşîrê ber bi hev bînê û tifaqê ava bike.

Bawer bikin Giriyê wî rast bû û di cihê xwe de bû. Binêrin ji 1911an ve hetanî îro hê jî tifaqa Eşîra Kelikan ava nebû û çênebû çênebû. Ez îro hê jî difikirim û dibêjim ku Apê min Xelef ne tenê Mêr bû, ew gelekî bi tifaq û zane jî bû. Wî baş fahm kiribû lê çima gelo lawaz ma?

Apê min Xelef bang li herdû Keçên xwe kir û ew bi xwe va girêdan. Û ji wan re got hertim bi destên Zerî û Esmerên me Kurdan digirin û bi Anadola Roman de dibin. Ji kûçik bavên tirkan re dikin xelat û diyarî. Piştî demeke dirêj hin dayîkên ku nehatibûn girêdan, mirin dan pêş çavên xwe, hatin devê Berehê û hinek zarok rizgar kirin. Bawer bikin hinekan ji wan, zarok xistin paşilên xwe, hinekan jî ew di bin kirasên xwe de veşartin û anîn. Ez çawa derxistim tû zanî? Meta min Dinyê kû hevserê Habo ê Emer bû. 2 kurê we jî di berehê de bûn. Bi navê Simo û Tahlo. Ew bi xwe ji mala Şerokan bû lê hevserê wê ji mala Simokan bû. Meta min bi jinan re hat, bang li herdû kurê xwe kir û got: Eger hun ji Berehê derkevin şirê berê min li we haram be. Ez kirim bin kirasê xwe û anîm. Anîna me bi dizî bû. Ji ber kû Haco bang kiribû kû ew, Zarokên kur jî bernade. Bawer bike Zarokekî kur bi navê Mehmet kuştin û kirin 2 qet û dan destê xwuşka wî. Xwedê nenas bûn bê ojdan bûn. Pêre pêre Agir berdan Berehê. Ez li kêleka Birayê xwe Hîto û Meta xwe Besê bûm.

Meta min girî û kir hawar hawar û got. Dayê rebenê….

Hûûûu kezî kurê, pepûke li rihê te xwendê Biraooooo biraoo haware haware li wê rojê em hemû bibûn wek Mencola Jina Nohê Gergerî ku li pêş çavê wê Şihap li Xidir serokê Hinizan (Eşîrek Ereban) serê Zarokê wê û Hevserê wê jêkiribûn.

Bawer bikin erê, Qiyameta me Kurdan wek heve û me hamûyan heman eş kişandiye.

Lê Qiyameta min û halê Meta min, ji yê Mencolê bi sed qatî xeraptir bû.

Meta min Besê digot Kafirno kafirno xêrekê li min jî bikin û min jî bikujin. Meta min girî û girî hatanî ku ji xwe cû û ket erdê.

Berêh tijî ka kiribûn. Dûyê kayê ji gelek dijwar bubû. Hêdî hêdî li Gund gur û geş dibû.

Di Gund de qarem şikestinek bubû şoqek çê bubû di nava gundiyan de. Wek kû tu xifşa Xezalekê ji Şeran re berdê li me hatibû.

Erê ez heşt salî bûm. Belkî min wek meta xwe fam nedikir. Lê min baş zanibû ku di berehê de malbata min heye hemû xuşk û birayê minin. Keçap û mirovên min, di nava Agir de ne.

Hacoyê xwînmij malbata me hemû kiribû hedef û digot gereka îro kesê mêr û Zarokê kur sax nemînin. Gelek caran Gundiyan jê lawa û rica kirin kû Zarok û jinan berde. Lê ev yek nekir. Ji xwe tirsa min û Meta min jî ew bû kû biraye min Hîto jî bibin. Lê xwedê li me hat rahmê û ew filitî, xelas bû.

Birayê min di hewşa mala Cahwerê bavê Hesê û Elik de xeles bû. Cahwer tiyê Meta min Besê bû.

Dema kû Gund dorpêç kirin yekser çûbûn mala Cahwer jî. Cahwer di hawşê de girê dabûn. Wî Camêrî kir û nekir lê nikaribû xwe vekira. Apê min Xelefê Meşo gelek ji Cahwer hezdikir. Têkiliyên wan gelek xurtbûn. Hevaltiya ji dil girêdana rast dide nîşandan. Ji xwe hevaltiya herî rast jî, di demên qewimîna bûyer û rojên tengav de diyar dibe.

Hevaltî, Wijdan, exlaq û heskirinek rast dixwaze. Cahwer kesekî wisabû. Xwedî soz bû. Yek rû bû. Hezkirina Xelefê Meşo ji Cahwer ew karekterê wî bû. Ji wê Hevaltiya wî hezdikir.

Bereh şewitandin ji xwe. Hemû kesên kû di hundur de bûn hatin kuştin şewitandin. Kes ji yên di hindur de sax nema, kes nefilitî.

Zarokên ku ji malbatê filitîn

1-Hito kurê Cercûr.

2 Zedê Kurê Telî

3 Tereza Keça Cercûr, Apê min Têli, Bavê Zêdê wê rojê ne li mal bû. Ew li Gundekî din şivan bû. Bi wî awayî ji komkujiyê xelas bubû. Em êdî ji wê malbata mezin û mêrxas tenê mabûn çend kes. Hinek pismamê me wê demê çûbûn Rojava. Li wan Gunden herema Tirbesiyê Qamişlo bi cîh bubûn. Apê min Têlî çû cem Cahwer û jê re got kû daxwaza me ya çûnê heye. Cahwer jî soza ku hay ji milkên me hebê jê re da.

Em çend Zarok ji Malbatkê filitîn û bi ser me de Fermanek qewimî û ji aliyê din ve jî em ji Gundê xwe ber bi deverên nenas ve bi rê ketin.

Trajedî mezin bû. Ez nikarim behs bikin. Hîna jî dilê min dişewite.

Dayê Tereza hêstir berdan û girî. Em çûn Rojava. Belkî nêzî 15- 20 salan jî em li wir man. Li wê dê, ez bi Kurapê xwe Zêdê re zewicîm. Zarokê min yê pêşî Kurek bi navê Zegvan li wê dê çê bû. Ji xwe êdî Devleta Osmanî piştî kû Mala Haco êdî hew ji wan re lazim bûn, Ferman li wan jî rakirin. Gelek ji wan Kuştin û yên mayî jî, ew jî hatin Rojava. Li wê dê bi cîh bûn. Edî çûn û hatina Qaçaxçiyan destpêkir. Pêre pêre Gundiyên me jî hatin û çûn. Bawer bikin, dema min ew didîtin, min digo qey Mala bavê min ji mirinê rabûne û hatine. Ew qas kêfa min dihat.

Rojekê Gundî kom dibin û biryarekê digrin. Dibêjin ka em herin Zêdê û Hîto bînin. Bi wî rengî hatin û dîsa em anîn Gund.



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne