ETİMOLOJİYA NAVÊ KURD

ETİMOLOJİYA NAVÊ KURD

Ali Husein Kerim

Sedem û mercên derketina navan hene. Nexasim li pişt navên gelan, sinc û rêwişta çandî, civakî û derûnî ya dîrokî heye.

Baş e, di piştgeha çandî, civakî û derûnî ya navê kurd de çi heye?

Girînge divê em van mijaran hemûyan eşkerebikin. Ji ber ku heya niha derbareyê wateya navê kurd gelek gengeşî çêbûne, lê xwediyê iddiayan qet yekî jî rasriya vî navî neselimandine. Navê kurd yan bi çiya yan jî bi koçeryê ve girêdane ku çi tekiliya xwe bi van tiştan re nîne. Bi kurtayî em dikarin bêjin ku, wan navê kurd bi wateyên nerast ve girêdane.

Armanca vê gotarê, derxistina holê, kok û wateya navê kurdî yê birra

 

Her wisa etimolojiya navê Kurd:

Navê kurd ji pêyva Proto-Hind-Ewropî *ƙered-, *ƙerd-, *ƙrd-, *ƙred- ‘dil’ der hatî ye. Dil, di asta gelempêrî de organê wêrekî, hez û hesdariyê tê zanîn. Ji ber vê sedemê mirov dikare navê kurd bi wateya mêrxwasiyê ve girêbide.

Hittit UZUker/kard(i)-, HLuwikî kridos-, Sanskrîdî hrd-, hārdi-, Palaik kārti, Lykyi. B kridesi-, Lykyi A kerθθi[1], Avesta kevn zrazda ‘dil’, Grekî καρδία, Yewnaniya Nû καρδιά (kardia) Latînî cor di kurdî de wateya ‘dil’ didin.

Di nav gelek zimanên Hind-Ewrropî de pêyva kurd pir tê bikar anîn. Ji nav wan de serkeşiyê Zimanê Hind-Îraniyan Sanskrîtî dikişîne. Skt. kūrd[2] ‘yê dilîze, yê ku xwe hildavêje’ye. Dema mirov bala xwe bide mîtolojiyên Hind-Îranî, hemû xweda û xwedawendên wana bi muzîk, sema, govend û dîlanan re mijûl dibin. Guman heye ku navê kurd jî mirovê stranbêj, sazbend, govendvan, yan jî merxwasê ku xwe hildavêje derhati ye.

Diyare ku çevkaniya rengdêra Latînî credo ‘bawer, ewle’ û navê kurd her yek e û ji pêyva PHA *kred-dheh– ‘bawerkirinê mane. Lêkerên mîna Îrîşa-kevn creitid, creiti, Welşî credu, Bretoniya-kevn critim, Br. crediff ‘bawerî’ mirov di vê babetê de piştrast dikin.

Di şopa pêyva Hurriyan huradi/xoradî ‘şervan, cengawer’ de jî navê kurd peyda dibe. Bi Zimanê Hurrîkî horadî ‘cengawer, şervan’ di kurdiya nûdem de mîna rêngdêra xurt tê bi kar anîn. Diyare çavkaniya vê pêyvê jî PHA *ƙered-, *ƙerd-, *ƙrd-, *ƙred- ‘dil’ e.

Şîrovekirinên aliyê olî yên pêyva kurd jî hene. Kurdalaegon/Kurdaligon di Ossetya antîk de navê ‘xwedayê hesinkaran’ e û ew di serdaba mirinê de rêbertiya ruhên hesinkaran dike. Kratos ‘Xudayê Berxwedan û xurtbûnê’ yê yunanan e.

Her wiha, ji pêyvên Proto-Hînd Ewropî diyar dike ku navê Kurd ji “dil” ango ji dilawerî û wêrekbûnê derketiye holê. Navê Kurd ji taybetiya karekterên kurdan peyda bûye ku ev bûyer nebûye nesîbe ti gelan. Dibe ku, hin kes bêjin ku pesindariya wisa tiştekî nejadperestiye. Naxêr ne  wisa ye. Tişta birra herdem rast e. Divê em rastiyê di nav hemû mercên jiyanê de derbîran bikin.

Jixwe bi zimanê medan “kara” tê wateya şervan û cengawer. Ev peyv pir caran jî wek “karada”, “kurda” hatiye bilêvkirin. Peyva “kara” ya medan îro di zimanê kurdî de ji bilî navê “kurd”, wek “kirr” di wateya ‘hêrs, kîn” tê bi kar înan. Heta di zimanê almanî de wek “Krieg” ‘şer, ceng” li roja îroyîn tê bi ka rînan.

Her wiha ji hemû aliyan ve peyva kurd tê wateya kesên şervan, dilawer, bêtirs.

 

Navê Xweda û Xwedawendên dişibên navê Kurd

 

Garuda: Xwedayekî rojê yê Hîndûyan (Vedik) kevnar e. Garûda wek Mirov-Teyrekî li ser çiyayê Vîşnû hatiye sêwirandin.

Karta: Xwedawenda çarenûsê yê Lîtvaniyan. Xwedawenda berê-Xiristiyaniyê ye. Bi tenê di nav folklora wan de cih girtî ye.

Kirtî: Di destanên Pûranî de navê Xwedawendekî ye.

Kratos: Xwedayê xurtbûnê yê bi hêz ê Yonaniyan e. Kurê xwedawenda Styx ê û brayê Bia (hêz) ye.

Krttika(s): Xwedawendeeka piçûk a Hîndûya ya bager’e ye.

Kurdaligon: Xwedayê hesinkaran ê Osêtiyayê.

Bibliografî

Alexander Lubotsky, The Indo-Iranian substratum, Early Contacts between Uralic and Indo-European: Linguistic and Archaeological Considerations. Papers presented at an international symposium held at the Tvärminne Research Station of the University of Helsinki 8-10 January 1999. (Mémoires de la Société Finno-ougrienne 242.) Chr. Carpelan, A. Parpola, P. Koskikallio (eds.). Helsinki 2001, 301-317

Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü 2013

Ali Nourai, An Etymological Dictionary of Persian, English and other Indo-European

Alwin Kloekhorst, The Hittite Inherited Lexicon, 1978

Anders Holmberg & David Odden, Ergativity and Role-Marking in Hawrami, University of Leipzig & Max Plank Institute of Evolutionary Anthropology, 2004.

Pokorny, Julius: Indogermanisches etymologisches Worterbuch. Bern: Francke, 1959.

Sihler Andrew, New comparative grammar of Latin and Greek. New York – Oxford: Oxford University Press, 1985

Walde, Alois and Johann Baptist Hoffmann, Lateinisches etymologisches Worterbuch I + II. Heidelberg: Winter, 1954

Watkins Calvert, A Latin-Hittite etymology. Language, 1969

Watkins, Calvert, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots. Boston: Houghton Mifflin, 1985

Anders Holmberg and David Odden, The Noun Phrase in Hawrami

Arnaud Fournet & Allan R. Bomhard, The İndo-European Elements in Hurrian: Hurrian Vocabulary 79, La Garenne Colombes/Charleston 2010.

Carl Darling Buck, A Dictionary of Selected Synonyms in the Principal Indo-European Languages , Chicago, 1949

Carlos Quiles & Fernando Lopez-Menchero, A Grammar of Modern İndo-European, Third Edition, Indo-European Language Assocation, 2011, UE.

  1. N. Mackenzie, The Dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon), Kobenhavn, 1966.

Danila İncze, Dictionar Sanscrit-Roman, s. 34, Editura Universitatii, Bucureşti 1995

David Michael Weeks, Hititite Vocabulary: An Anatolian Appendix to Buck’s Dictionary of Selectad Synonyms in the Principal İndo-European Langueges 1985, University of California, Los Angelos

Hejar Abdullapûr, Ferhengê Hêjar, Dezgehê Tevîjiyanewa û belevkerddenewai Mukriyan, 2008, Dihok

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, Bern and Munich, 1959.

Michiel de Vaan, Etymological Dictionary of Latin and other Italic Languages, Brill 2008, Leiden-Boston.

Watkins, Calvert , The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots 1958, Boston Houghton Mifflin

Zana Ferqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê

[1] David Michael Weeks, Hittite Vocabulary, s. 57

[2] Danila İncze, Dictionar Sanscrit-Roman, s. 34, Editura Universitatii, Bucureşti 1995.

 

 

 

 

 



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne