HAWARA GULFÎDANÊ  Xeleka – 2

HAWARA GULFÎDANÊ   Xeleka – 2

 

 

Keleşê Kiwêxî

 

 

Gulfîdanê got: Ez li erdê beriyê, Deşta Wêranşarê rûniştim û min ji xwe re dilorand. Ez dikim û nakim hedana min nayê. Min xwe ji digurka hedimî berda girê Tirban. Ez li Keversa Kîkan sekinîm û min nêrî û mêze kir û ez bi eqlê xwê şêwirîm. Min digot “çi bi vî welatî hatiye”? Dîsa ferman li me rabûye, cerd li me derketiye, kom hatiye ser Welatê me û em li bin konên xwe rûniştîne. Di Jiyanê de tişta herî giran, ne mirin, tî û birçîbûn û ne jî koçberî û girtin e, ya herî giran û zehmet, bê hêvî mayîn e. Bê hêvîbûn ji dîtina kuştina birayê xwe jî girantir e.

Donzdeh Siwarên me ji bo vê civakê berê xwê dan kuştinê. Lê ne xema Paşê Milan e. Di bin kona Paşê de bi sedan gire gir rûniştine, lê ne xema tû kesî ji wan e jî. Ez li girê tirba rûniştim û min nerî, mêze kir. Min digot sed hayf kû keç û bûkên wek Edûla mala paşê bimînin li konê reşê erebî, dest û tilî bi hine û ser bi xêlî.

Ez rabûm bi dilek şikestî stuyekî tewandî, min berê xwe da ebra (navend) Milan min dît ku jin li ber konan rûniştîne. Hinek digirîn, hinek diponijin, hinek ji wan jî ber xwe dikolin. Fatoma Alo Şengalî û Beyaza Hemo jî ketine ber, dilo dibêjin. Gava min dengê diloya wan bihîst êdî min xwe negirt û kela dile min dîsa rabû. Ez ji aliyekî ve digirîm ji aliyek ve jî dikim zurê zûr. Edûl hat, xwe avêt hembêza min. Ez li ber xwe kirim û birim mal ê. Min dît hemû xwuşkên min li malin û hewqas giriyane ku ji hal ketine. Hemû li erdê raketîne. Em wê rojê li mal man. Bû roja din, Gozelê ji Edûlê re got:

“Rabin em herin cem Apê Evdî û Eyşa Welî. Kes li vê derê tu agahîyan nade me. Ya baş em herin Ebra Şerqiyan. Qasidek were emê pê agahdar bibin.”

Em hemû rabûn û ketin duv hev. Fatoma Alo Şengalî û Beyaz a Şeşperî jî hatin tevlî me bûn û me berê xwe da nava Şerqiyan. Me dît ew jî wek me, li benda xeberekê ne. Apê Evdî û Emerê Şerqî tevlî çend kesên din, Ferhoyê Mistê (bavê Ferhan û Ibêd ji eşîra Dotkan) jî tevlî wan li ber derê Kona xwe runiştibûn. Gava çav li me kirin, bawer bikin hêstir ji çavê Apê Evdî barîn. Xwuşka min Dilşayê, ji apê Evdî re got:

“Apo demeke ji demê Salan, Konê bavê min Silêman Begê, meskenê mahkûm û fîraran bû. Misînên qehwê li ser êgir dikeliyan. Îro em sêwî man e li kolanan.”

Apê Evdî li Dilşayê nêri û ne karî kesera dilê xwe bigre. Ew zilamê egît, wek bûkên bîst salî hêstir dibarand. Ew mêrxasê kû herem hemû jê cesaret werdigirt, îro bi halê me digirî. Em li ber derê kon li kêleka Apê Evdî rûniştin. Ji xwe kesî li xwarinê ne dipirsî. Tenê Qehwa yemenê li ser agir dikeliya û Apê Evdî qelûn li pey qelunê dikişand, qehwê li pay qahwê vedixwar. Mîna ku cara dawîn hev bibînin.

Her kesî dev ji karê xwe berdabû. Zar û zêç bêxwedî mabûn. Zarok ji birçîna digiriyan. Em hemû li ber derê konê, li benda qasidekîne. Di wê navberê de Edûlê dest bi şaxek ji kilama Derwêş kir û got:

“Delal delal.

Ava gulan û rihana yo delal

Tu hênikayiya bayê xerbê yo delal

Ji baskê xerbê ve hatiyo delal.

Li şa û şabiskên min karxezalan dayiyo delal

Eza, li min dêranê

Sala vê salê min têr nediyo.

Min têr nebînayo delal.

Delal mêhvano ji înê hetanî bi înê

Min dît li min û delalê malê derdiketin stêra Qurixê pê re hilatin bendên mêzînê.

Min dît şewq û şemalên van stêran lêdabûn li dûzên dirûzan

Li xanên bandireşan li wan Ziyaretên li binya Kilêbînê.

Min dît vê rojê Derwêşê Evdî, kekê Sadûn û Mejdel, sîwarê Noman, tevî birek Egîd û Xweşmêrên Milaniyê qulibîn ser pişta kihêl û hemdaniyan.

Wan xwe berdane beriyên berazan xêmê binê beriyê.

Eva çend roj û şevên me qediyan, me ji wan tuneye hilm xêr û ne jî mizginiyê.

Eza li min serî û zeman lê geryayê hayê.

Wê gavê wê sihetê, ez Edûla mala paşê, ez sekinîm li ber duayê.

Min digot, hawara min bi Xwedê û Şêbilqasimê bavê Miradan.

Wî Xidir Elyasê li ser pozê Keleha Mêrdînê.

Tu vê carê jî Derwêşê Evdî sîwarê Noman tevî hemû Egîd û xweşmêrên Milaniyê bi xêr û xweşî bi ser êl û eşîrên mala bavê min de vegerînî.

Kesên ku wê mizgîniyê ji min re bînê, ezê bidim wan bazinên destan, xirxalên lingan, ezê bidim wan zêrên li ber serê xwe gorînê.

Eger bi zêran qayîl nebin, ezê bidin wan Ciwaniya mala bavê xwe, wê Ciwaniya li ber mehînê.

Eger bi wê jî razî nebin, ezê bidim wan sê aşên mala bavê xwe dêrana Xwedê, wan aşên li ber ava Nisêbînê.

Delal mêvano, sibeye serê min Edûla mala paşê têşê dilê min jî pê re.

Bila Mêrdîn bişewitê li pozê zinêre, çiyayên Evdil Ezîzê wêran bimînin.

Ew mexelê karên nêr e.

Dûza xanan tim û tim cîh mesken û mekanê Nomên û siwêr e.

Sê konên vegirtîne li ber qefên Qerejdaxê li ser av û delavên xifşên xezêl e.

Min dît vê rojê toz û hecacek a giran bilind bû ji binê vê beriya me ya jêr e.”

Beyaza Hemo berdewamkir û got:

HEY LAWIK:

“Hey lawêêêk hey lawik, lawiko ji rimêlê hetanî bi rimêlê.

Koça bavê Elî beg ê giran e, danîbû li ser hêlêêê. Bejna Ezîzê dilê min zirav û dirêj e, ji min re xuyadikir li nava êlêêê.

Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê rojê ez bibûme sor-gulek, ez şîn hatibûma li ber bêhna şêrîn delalê dilê xwe keçikê, li ber xeta wê simbêlêê.

Hey lawik hey lawik, dilê min keçika xelkê mînabû golekê ji golên wê qitranêêê, hûn li rimêla bavê Avdilkerîm binêrin li mijê, li moranê li tozê li xumamêêê.

Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê êvarê ez bibûme kîsikekî şamgêlanî, ez biketama destê şêrîn delalê dilê xwe keçikê li rimêla bavê Avdilkerîm, li nava civatê li perê wê dîwanê.

Hey lawik hey lawik, serê dostê bibê bi qurbano ooo.

Bejna min keçika xelkê zirav û dirêj e, mina bû rihana li ser kahniyêêê.

Min dît sê kon ji Gundê me xeyidîn û berê wan ketin çemê hisêwiyêêê.

Xwezî ji xêra navê Xwedê re, wê rojê ez bibûme Pezkovî, ez li wî Ezîzê dilê xwe rasthatibûma li xêmê binê wê beriyê.”

Li girê Edşanê:

Derwêş li ber hemû hevalên xwe sekinî û wiha got:

“Hewalno, ev bar barekî giran e. Ev şer wê gelek giran be. Sê rê li peşiya me hene. Yek şer e û serkeftin e. Dudo şer kirin hatanî cangorîbûn e. A sêyemîn ji rev e. Hûn azadin ku yekê ji xwe re hilbijêrin. Min ji xwe re ya yek ê hilbijartiye. Ez bi tenê jî herin ezê xwe berdim qada mêraniyê, li hemberî wan xwînmijan. Hun dizanin, ger ew werin derbas bibin nav welatê me, wê hemû mêr û zar û zêç bikujin û Welatê me talan û wêran bikin. Jin û Zarokan ji xwe re bibin. Min ji dayika xwe Eyşana Welî re soz daye ku bêbextiyê li şîrê wê nekim.”

Sadûn hew xwe negirt. Li Derwêş vegeriya û got:

“Derwêş te zanibû şer giran e, cerd mezin e. Çima te kes bi xwe re ne anî. Tû dizanî paşayê Milan bêbext e. Te ev xortên dest bi hine, dergistiyên wan li benda wan anîn. Te Çilo yê birayê pênc xwuşkan anî Derwêş tu dizanî ku vegera me êdi nema li malan e.”

Sadûn bi bûyer û serpêhatiya civakê girî. Bi çavên tijî hêstiran berê xwe da Sîwokê ser bi Por şexê şemran.

Çilo nêrî kû Sadûn berê xwe da Siwarên herî bi xeter, Sîwarên Delûlan, hima hew xwe girt. Berê hespa xwe ajot duv Sadûn. Hin Sadûn negihiştî Siwarên Siwokê bi xezeb, Çilo ji dûr ve bi diran pêşiya wî jê re vala dikir.

Usiv li Bozan kir gazî û got:

“Bozan birayo, cerd dev bi xwîn bû. Bû qure qura dengê bê tenê. Cinaze li erdê ne, li ser can û cesedê mêran girî bi xwîn a sor e. Jê tê bêhna xwîna miriyan e. Keko were em xwe berdin qada mêran e, ev şer ji bona zarokê me Kurdan e. Bila Eferê Gêsî zanibe ku ka kî berx e, kî beran e.”

Usiv û Bozan herdû kurê Emer axayê Şerqî, berê xwe dan Ela Efer û bavê wî Ûwed begê Gêsî.

Şer destpekir. Dê, li weledê xwe nabe xwedî. Bav li ser kur nasekine. Siwarên me Kurdan li nîvê meydane ne, meydanêji dijmin re bi nêvî dikin û wan dibin vî alî û wî alî.

Derwêş, bi duv kuştina Kose Wêsî ketiye, hima Hedban dajo ser kû zu wî bikuje.

Berî kû şer dest pê bike, Derwêş ji Apê xwe Şiweş û Girgirê Milî rê gotibû:

“Hun bi emir mezinin, hûn vî girî (Girê Edşanê) bernedin û wî girî zam bikin. Emê her serê çend saetan bên li vî girî xwe veysînin.”

Di destpêkê de hemû dihatin. Lê paşê mixabin her car hin ji Hevalên wan kêm dibûn. Her cara kû Hevalên Derwêş kêm dibûn xwîn li çavên wî dadigirt, hêrsa wî geştir dibû.

Hejmara Sîwaran her ku diçû kêm dibû. Şer germ dibû, bar girantir dibû. Hawar jî nedihat. Derwêş fam kir kû bi vî awayî çê nabe. Rabû, gazî Isoyê mala Elî kir. (Li Şengalê navê wî Isayê Usiv e) Ew şand duv hawara Milan. Di wê navbera kû Iso ber bi hawarê ve diçê, şer dawam dikir…

Qada şer bi miriyan hat dagirtin, hêviya Derwêş kêmtir dibû û ji Sîwaran jî tenê Derwêş, Sadûn, Çilo û Şiwêş mabûn. Sadûn û Çilo Siwokê ser bi por kuştibûn. Dema Sadûn Usiv û Bozan kuştî dibîne, dibihetê û yekser berê xwe dide Eferê gêsî û birayê Efêr Etman dikuje, ku heyfa Usiv û Bozan hilînê…

Şervan piştî demekî dîsa li girê Edşanê kom dibin. Lê vê derbê Çilo nayê. Sadûn got yek kêm e: Derwêş bi dengeki xemgîn got:

“Yê kêm kekê Gulfidan û Gozelê ye”

Dema Sadûn Çilo nabîne, fam dike kû hatiye kuştine. Kuştina Çilo bandorek mezin li Sadûn kir. Gotinên Gulfîdanê “Sadûn bira ma kes dexîlan dibe şer” di guhên wî de çingiyan. Yekser sûretê Gulfîdanê ku bi Hespa wî ve zeliqîbû li ber çavên wî derbas bûn. Dest û milên wî ricifîn, hilm ji pozî derdiket, nefes li qirika wî çikiya. Ber bi Derwêş ve çû û jê pirsî:

“Kê ew kuşt? Zû ji min re bêje.”

Derwêş go:

“Ez nizanim lê herî dawî min ew li hemberi Çil-brahîmê Tirko dît. Ez çûm alîkariyê, lê rê nedan min. Li pêşiya min dor girtin.”

Sadûn li Derwêş nêrî û got:

“Derwêş qey te hêj fêm nekiriye ku ev evîn wiha bi dawî na be. Binêre li girê Edşanê çend Qahreman li kêleka hev radayî ne!”

Sadûn li qada şer nêrî, çavên xwe gerand. Ji dûr vê Çil-brahîmê Tirko dît. Hima yek ser berê Cilifan (hespa Sadûn) da duv Çil-brahîm. Dûpişkê xezebê li eniya Sadûn digeriya, kela dilê wî rabibû, çavên wî sor bibûn. Daxwaza wî hima zû xwe bigihînê Çil-brahîm kû tola kekê Dilşayê hilînê. Mixabin Sadûn negeha ev miraza xwe….

Şervan dîsa li girê Edşanê vegeriyan. Vê carê tenê Derwêş û Apê xwe Şiwêş (Şemdîn) tên serê girê Edşanê. Çavên wan li rêya Sadûn man…

Cara pêşîn bû ku biratî bi Derwêş şêrîn bû. Cara yekê bû ku Edûl ji bîr kiribû. Cara yekê bû kû tenê dixwest bêje “Bira. Birayê min. Sadûn, hevalê min…”

Jiyanê tu li ku mayî, mirinê tu ji kû hatî. Histir hêdi hêdî ji çavên wî hatin û barîn. Laşê wî sist bû, çokên wî ji ber çûn, qaremê wî lê şikestin. Berê Noman bi çavên tijî girî û da nava meydana şer kû Sadûn xilas ke. Derwêş Sadûnê bira li ser pişta Cilifan kir û ani serê girê Edşanê, cem hamû hevalên wî danî. Li ber bedena birayê xwe sekinî û got:

“Sadûno, birayo, rabe. Hê şer bî dawi nebûye. Derwêş ne tenê birayê xwe, wî evîna xwe ya gerdûnê, kêf û şahiya xwe ya hebûnê, heval û hogirê xwe yê jiyanê winda kiribû. Ji nişka ve ji xwe re got:

“Ne dema giriyê ye, rabe, rabe, zû. Tu herê şerê Çil-brahîm, tola Sadûnê bira.”

Derwêş li hespê xwe sîwar bû, şûrê xwe hêdi hêdi ji nava milan kişand, berê xwe da qada şer. Yek ser çû li ber Çil-brahîm sekinî û got:

“Ey tirsonek, te, du ciliyên şeran kuştin. Xilasbûna te êdî nema.”

Erişî koma wî kir û hemû kuştin. Serê Çil-brahîm ji nava milên wi jê kir û bi destê xwe girt û got:

“Bila ev tola kekê Gozelê be. Gêsan fam bikin kû Derwêş beramberê artêşekê we ye û hun bi vî awayî pê nikarin.”

Kose Weysî ji wan re dibêje ka em berê wî bidin xirbeha mişkan heta kû kurê Evdîyê şerqî li ser pişta hedban be, em pê nikarin. Xefkê li pêşiya Derwêş û Hedban datînin û bi namerdî û bêbextî berê wan dan kuştinê.

Lingên Hedban ên pêşiyê li xirbeha mişkan asê man û Hedban li ser dev ket. Herdû lingên pêşîyê şikestin. Derwêş bi çend gavan ji Hedban dûr ket. Şûr û rimên wî ji destên wî ketin. Gêsan bi namerdî xwe zerkirine. Gelekan bi hev re şûr dirêjî wî kirin. Eferê Gêsî gihişt ser laşê Derwêş û ew ji nav destê wan xelas kir. Ew jî bir li ser girê Edşanê li cem hevalên wî danî…

Şiweş apê Derwêş hîn li biniya gir şer dikir. Dema em gihiştin qada şêr, Şiweş ji hemû hevalên xwe tenê mabû. Şahdeyê şerê girê Edşanê yek Şiweş û yê din jî Isoyê mala Elî mabûn. Şiweş pişti demek kin li Girê Olaxçiyê ji ber birînen xwe xeter Jiyana xwê ji dest didê.

Hawar:

Piştî kû Isoyê malê Eli hawar bir nav Milan, Paşê yek ser qasirek şand ebra (navênd) Şerqiyan.

Vê sibê dîsa dilê min ji dilan dilekî dinê.

Min dêhna xwe dayê dîsa kal û yextiyarên me li ber konan rûniştîne.

Çavên wan ji girê Olaxciyê li xemê bine beriyê vegirtinê.

Gava min Xaltîka Eyşa Weliyê Polêt xwuşka Poybegê dît, kela dilê min bilind bû histirên çavên min xwe negirtin û bariyan.

Çavên Xaltîka Eyşê ji min re digotin gelo dîsa ezê Sadûn hemêz bikim. Gelo wê Sadûn dîsa bi saxî li min vegerê. Min jî ji xwe re digot lê em, em pênc xwuşk bi hêviya Çilo ve bûn. Sibeh hat û roj dageriya li nîvro sekinî. Kela kela germa Havinê bû. Me dît ji nişkê ve qasirek hat cem Apê Evdî, bi dizîka qasî çariyekê li cem wî ma û çû. Pê re pê re hima min dît ji carekê ve Apê Evdî qarînek da xwe.

Emer axa û Eyşa Welî dest bi girî kirin. Perda dilê min qatiya. Min yekser gazî xwuşka xwe Dilşayê kir û min got:

“zû were, Siwarên me hatin kuştin.”

Dilşa bi min de xeyidî, aciz bû. Min got:

Bbinêre, tu dibînî Apê Evdi çawa digirî.”

Dema Dilşa giriyê apê Evdî dît, gazî hemû jinên din jî kir. Edî hat famkirin kû xebereka ne xêrê ji me re hatiye. Xelkê reşa derxistin, hizin û girî dest pê kirin.

Paşe bi çend kesan ve hatin. Ji Şerqan ji Evdîyê şerqî, Emere şerqi, Eyşa welî tevlî hemû xwuşkên Çilo, tevlî Edûla Paşê, Fatoma Elî Şengalî, Beyaza şeş perî, Edûla kîkî, Ferhan axayê dotkî û malbata xwe. Hima ez dikarim bêjim piraniya kesên ku bi hawarê ve dihatin Jinên Qehraman bûn û her yek ji wan beranberî sed mêran bûn.

Di wê dema em di rê de bûn û bi lez dimeşiyan kû xwe bigihînin girê Edşanê. Berî kû xelk bigehê cangoriyan. Hîn Derwêş birîndar e. Ji Eferê Gêsî daxwaza alîkariyê dike. Jê re dibêje: Zû min bi cem hemû hevalên min bigihîne, me hamûyan li kêleka hev deyne. Simbêl û porê min bişkîne da kû hîn Edûl nehatî, bila min di vî halî de nebînê.

Em riya rojan li ber xwe dikin. Bi saetan bi lez û bez, bi bazdan diçin kû xwe bigehînin girê Edşanê.

Dema Apê Evdî li sîwarên Ereban rast dihat, te digot qey ciwanekî 25 salî ye. Deh deh, bist bist didan ber xwe û ji kerba Sadûn dîn bibû. Em jin çûn ser Gir lê Apê Evdî û Paşa xwe berdan qada şêr.

Dema em gihiştin girê Edşanê tenê Şiweş şer dikir, Bangzade birayê Derwêş û Sadûn ji pişt ve xwe zer kir Apê xwe û got “apo, apo!”. Lê mixabin Apê wi Şiweş dengê wî nekir. Şiweş got:

“Tû çima nayê bi mêranî sînga xwe nadî ya min. Eybe ji te re ku tû ji pişt ve min digirî”

Bangzadê devê xwe da ber guhê wi û got:

“Apo ezim ez!”

Şiweş got:

“Kurê min, Bangzade, Derwêş û Sadûn hatin kuştin, heyf heyf. Sed mixabin heyf.”

Eyşa Welî denge li wî kir û yek ser hat û got:

“Şiwêş cerê ava qence kû di rêya avê de bişkê.”

Dema Eyşa Weli ev gotin got, cesaret bi min hat. Min Ji xwe re digot kezeba wê Dayikê çawaye gelo? Du qehremanê Kurê xwe winda kirine, lê hîn hewkas qewinê.

Xwişka min Gozelê li ezman nêri û sê dengan kir zur e zur û got:

“Ya Rebiyo, xulkkaro, bi wîcdan, merhemet û Setaro. Tu Adilî, tu Setarî. Xwedayê min, ezê rîcayek ji te bikim. Hêviyê ji te bikim, vî emrê minê mayî ji min û Çiloyê min re bike bi nîvî…”

Keça paşayê Milan, soza ku dabû Derwêş pêk anî.

Li ser girê Edşanê serê Derwêş li ser çoka xwe danî û Delalê dilê xwe jê re got û dawî li jiyana xwe anî.

Ew jî li kêleka Egîdê Kurdan li ser girê Edşanê, li kêleka Derwêş hate verşartin.

Edûl:

Wêlî Derwêşo wêlî tu ji malek mezino.

Tu hefadê êla rengînî tu hefadê êla mala bavê mino.

Tu himet û qeweta mil û baskên mino.

Tu mînayî pêleka bayê xerabşemalê bûyo.

Tu ji baskê xerbê ve hatiyo li şa û şabiskên min kara xezalan dayiyo, wêlî.

Ez ji Xwedayê mezin nikarim bêjim tu ronahiya van herdû çavên min o.

Wêlî wêlî Derwêşo xwezî ji xêra navê Xwedê re, ez nebûma keça began û Paşan.

Bila bi ser çavên min de bihate xuşêna axa van kendalan.

Lê bila ez nebînim ku kesên wekî Eferê gêsî bi ser welatê bavê min de ranekin û bihejînin beyreqan û Alan.”



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne