Kurtenêrînek li ser pirtûka “Sapîens A Brief History of Humankind”

Kurtenêrînek li ser pirtûka “Sapîens A Brief History of Humankind”

 

İLHAN GENÇ

 

Nivîskar û dîroknasê pirtûka “Sapiens A Brief History of Humankind” Yuval Noah Hararî dibêje: “bawarî û hizrên me çawa dibin bila bibin, ez hemû kesan teşwîq dikim ku em serpêhatîyen xwe yên bingehîn pirsyar bikin û hûrbikolin. Divê em pêşveçûyînên rabûrdûya xwe bi nîgeranîyên dema îroyîn ve girêbidin, û divê em ji mijarên nîqaşbar netirsin.”

 

 

Kurte Dîroka Mirovahiyê a Homo Sapîens e, yanî dîroka me ye, ya hemû mirovahiyê ye. Wateya Sapîens “kemilandin“ e, û peyva Homo jî tê wateya “mirov”, Homo Sapîens bi Kurdî tê wateya Mirovê Kemilî.

An goreyî Yuval Noah Hararî:

– 6 mîlyon sal berê em û maymûnên şempanze ji hevdû cûda dibin, û Homo werar dibe.

– 2.5 mîlyon sal berê Homo (mirov) kêvir wekî amûrekî bi kar tîne.

– 2 mîlyon sal berê Homo ji Afrîka belavî li ser parzemînên Evr-asya dibe.

– 500 hezar sal berê cûremirovek, Homo Neanderthal li Ewrûpa û Rojhilata Navîn peyda dibe.

– 300 hezar sal berê agir rojane ji aliyê mirovan ve tê bi kar anîn.

– 200 hezar sal berê cûrekî nû yê homo (mirov) li rojhilata Afrîka werar dibe, ew Homo Sapîens e, her wiha ew jî, em in.

– 70 Hezar sal berê şoreşa hizrî û hişî destpêdike, zimanê xiyalî çêdibe, Serdema berya dîrokê û belavbûna Homo Sapîens ji Afrîkayê ber ve seranserê cîhanê destpêdike.

Niviskar Yuval Noah Harari di pirtûka Dîroka Sapiens de – ku bi zimanekî zelal û fehmbar hatiye nivisandin -, mijara qonaxên pêşkeftina mirovahiyê wek çar serdeman dabeş kiriye.

Yuval Noah Harârî di pirtûka xwe de diyar dike ku;

Şoreşa hişî û hizrî ya microvan 70 hezar salan Beriya Zayînê destpêkiriye û qasî 60 hezar salan domandiye.

Şoreşa Neolotîkê (çandin û cotkariyê) jî 10 hezar salan Berya Zayînê rûdaye.

Di vê pirtûkê de destpêkirina globalizasyonê, bandora çand, mîtolojî, pere, ramanên olî û siyasî ya li ser mirovan bi şêweyekî zelal û berfireh hatiye şîrovekirin.

Niviskar, mercên derketina şoreşa zanîsta objektîf ya piştî zayînê ji sala 1500 heya roja îroyîn wek tê xwastinê hûrkolandiye.

Gelo beriya ku Homo Sapîens ewrar bin, kîjan cure mirov hebûn?

Nivîskar dibêje ku 2.5 mîlyon sal beriya ku Homo Sapîens hebin, hin cûreyên din ên mirovan jî hebûn: Li Rojhilata Afrîkayê Homo Rudolfensîs, li Rojhilatê Asyayê Homo Erektûs, li Ewrûpa û Rojhilata Navîn Homo Neanderthal derketibûn holê. Ew hemû jî mirov bûn.

Her wiha70 hezar salan berê li ser rûyê cihanê 6 curemirov hene. 25 – 30 hezar salan berê Sapîens û Neanderthal di heman erdnîgarî de dijiyan.

Nivîskar Hararî dipirse û dibêje çima di dawiyê de ji nav pir curemirovan bi tenê Sapîens dimîne?

Kemperandina Sapîens û Neanderthalan dike, û paşê jî sedemên serketina Sapîens û tunebûna Neanderthal şîrove dike.

Hararî ji nav hemû giyandaran de sedema serketin û serdestiya Sapiens wiha şîrovedike:

Sedema sereke hizir û xiyalên wî ne, ku ev tişt di xezaya biyolojîkî de peyda nabe. Bi saya hiş dihizire, tiştên nedîtbar, bîr û baweriyan diafirîne. Hizra Xweda û Xwedawendan, bazirganî, fînans û hwd. derfetên jiyana bi hev re bi dest dixwe.

Hararî erênî û neyînîya şoreşa çandinî û zanistê bi zimanekî zelal û serwextbar şîrove dike.

Niviskar, li ser mijar û babetên wek ol, kapîtalizm, împaratoriyên curbicûr, û heya di nava 500 sed salên dawî de serdestî û pêşketina Ewrûpayê jî nivisandiye, hewil dide ku xwandevan bihizirin û pirsyaran bikin.

Herarî di vê pirtûka xwe de mijarên wek dîrok û bîolojîyê bi şêweyekî zanîstî bi hev re girêdide ku em bikaribin serpêhatîyên xwe (mirov) biponijin û pirsyarbikin.

Em li sedsalên dawiyê hewqas hêzdar û behremend bûne ku hem derdor û jîngeha xwe tune dikin, hem jî dîzayn dikin. Her wisa niha jî em dikarin xwe dîzayn bikin.

Hararî ji me dipirse û dibêje: Em ber bi ku ve diçin, û dixwazin bibin çi?

Pirtûka Sapiens cara ewil bi zimanê Îbranî li Îsraîle di sala 2011 de çap dibe. Li sala 2014 wergera bi zimanê Îngîlîzî hatiye weşandin. Heya niha zêdetirîn mîlyonek nusxeyên Sapiens’a Harari ya bi çapa Îngîlîzî hatiye firotin.

Nivîskarê pirtûka Sapiens Yuval Noah Hararî li sala 1976 li Îsraîlê ji dayik dibe û hê li wir dijî. Doktora xwe li ser dîrokê li Zanîngeha Oxford a Brîtanya pêkaniye. Niha dîrokzan Yuval Noah Hararî li fakûlteya dîrokê ya Zanîngeha Îbranî li Yeruşalem (Hebrew University of Jerusalem) profesorê dîrokê ye, û li wir pisporê dîroka cîhanê ye.

Piştî serketina vê pirtûkê, Hararî li sala 2015 pirtûkek nû bi navê Homo Deus Kurte Dîroka Siberojê çapkiriye.



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne