Dİ QESRA HÎTÎTIYAN DE SEYÎSEKÎ KURD Ê BI NAV Û DENG, KÎKULÎ

Dİ QESRA HÎTÎTIYAN DE SEYÎSEKÎ KURD Ê BI NAV Û DENG, KÎKULÎ

 

Ali Husein Kerim

 

Di sala 1906-07an de dema ku arkeolog li payîtxta Hîtîtiyan Ḫattuša/Xatûşe (Boğazköy) kelepûrên dîrokî digerin, rastî tableteke bi taybet derbarê terbiyekirina hespan kişif dikin. Kesê ku tablet nivisandiye yan jî daye nivisandinê di sêrî de gotiye: “Sêyîsê hespan ê ji welatê Mîtaniyan Kîkulî”

 

Kîkuli seyîsekî zanyar ku ji eslê xwe ve mîtanî ye û B.Z. sedsala XV de jiya ye. Wî hîtîtî fêrî xayî û terbiye kirina hespan kiriye. Cara yekemîn di dîroka mirovahiyê de yê ku hunera hespzaniyê nivisandiye Kîkuli ye. Tableta ku Kikûlî nivisandiye 1080 rêz in û rêzên despêkê yên vê tablêtê.bi kurdiya pêş 3000 salan ve hatiye nivisandin. Helbet ev tablet ji bo hîtîtî bixûnin hatiye amedekirin, ji ber vê egerê rêzên din hemû bi zimanê wan hatiye nivisandin (hîtîtî jî ne dûrî zimanê kurdî ye). Zanyarên hespzaniyê yên hemdem ev nivisara Kikulî vek “Hunera Dermankirin û Amedekirina Hespan” bi nav dikin.

 

Hespzan dibêjin, teknîka hespzaniya Kikuli û ya hemdemî wek hev e. An goreyî Kikulî divê hespekî çê herî kêm 214 rojan terbiye be. Behsa tawleya wan, niximandina cilan piştî xûydana wan, kingê ceh, çewder û kayê, kingê gihayê hêşîn didinê hemû destnîşan kiriye. Heta ji bo çîpên hespan kramp, û hişkbûn çênebe behsa tevdîl û pêşgiriyan jî kiriye. Ji bo îdmana hespên xam yan jî nû terbiyekirî ji roja yekemîn ta ya dawiyê her carê çiqas rê û bi çi lezginiyê bê ajorinê jî diyar kiriye.

 

Di salên 1991 û 1992yan li zanîngeha New England, Avustralyayê, bi rêbertiya Dr. Nyland hemû bernameya Kikûlî 7 mehan tê meşandin û encameke pir giranbiha dest dixin.

 

Kurd biyaniyên navê Kikulî nînin. Ji ber ku îro jî kurdên navê wan Kikulî hene.

 

Mînakî: Kek Kulî, Qulî, Kak Kulik, Gulî, Kakilo , Kikilo û hwd.

 

Telîmnameya Kikulî wisa dest pêdike:

 

Bi Zimanê Mîtaniyan (kurdiya kevin) Jü nivisara mixî ya hîtîtî KUB I 13 I 1f:

Xêz 1:              UM.MA Ki-ik-ku-li a-aš-šu-uš-ša-an-ni

Xêz 2:              ša kur URUmi-it-ta-an-ni.

 

Wergera bi kurdî:

Xêz 1:              sêyîsê hespan Kikkuli

Xêz 2:              yê ji welatê mitaniyan diaxife”:

 

Kemperandina gotinên Kikûlî û kurdiya nûjen:

 

Gutinên Kikûlî Bi Kurdiya Nûjen
UM.MA Logogrameke sumerî ye û axaftina kesan destnîşan dike. Ango ev, filankes. Di zaravayê sorankî de wek em(e) tê bilêvkirin.
LU Ev jî logogram e ku mirov yan jî mirovan destnîşan dike.

Di Kurdiya Nûjen de wek “Lo!” tê bi kar anîn. Lo di kurdî de baneşana ji bo mêrzayan e.

aaššuu-ššaanni esp/hespzanîn, sêyîsanî, ango hêvojkarê hespan.
ša ji
kur Welat, kûre (ocax)
URU Logograma sumeriyan a ku welatan nîşan dide.
URUmi-it-ta-an-ni Kûra (welatê) Mîtaniyan
Encamname: Ki-ik-ku-li a-aš-šu-uš-ša-an-ni ša kur URUmi-it-ta-an-ni.

Em/ev Kek kulî hesp sêyîsê ji kûra mîtaniyan e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hin gotinên ku dinivisarê de hee ev in:

 

Mîtanîkî Kurdiya kevn Kurdiya nûjen
aika-ṷartanna yek awerta

yek weribandin

Awertayek

weribandinek

……… ………… ……….
tera-ṷartanna hîre awerta

hîre weribandin

hîre awerta

hîre weribandin

panza-ṷartanna pênca awarte

pênc weribandin

pênc awerta

pênc weribandin

………… ……… …………
šatta- ṷartanna hefta awerta

heft weribandin

heft awerta

heft weribandin

naṷa- ṷartanna neha awerta neh awerta

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Têbînî!

Awerte: parçe, şax, tiştakî hatiye cûda kirin.

Weribandin: veger, doşbûn, zivirandin

Çavkaniyên vê mijarê:

Kammenhuber, Hippologia hethitica (1962)

Ann Nyland, The Kikkuli Method of Horse Training, Kikkuli Research, Armidale, 1993.

Ann Nyland, The Kikkuli Method of Horse Training: 2009 Revised Edition, Maryannu Press, Sydney, 2009.

Peter Raulwing, “Zur etymologischen Beurteilung der Berufsbezeichnung assussanni des Pferdetrainers Kikkuli von Mittani”, Anreiter et al. (eds.), Man and the Animal World, Studies in Archaeozoology, Archaeology, Anthropology and Paleolinguistics in memoriam S. Bökönyi, Budapest (1996), 1-57. (in German)

Frank Starke, Ausbildung und Training von Streitwagenpferden, eine hippologisch orientierte Interpretation des Kikkuli-Textes, StBoT 41 (1995). (in German)



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne