DINYA LI ME TENG BÛ WEK DARA BEJINGÊ

DINYA LI ME TENG BÛ WEK DARA BEJINGÊ

Keleşê Kiwêxî

 

Zerifa Ûsê ango bi navekidin Zerife keça Usê, Usê jî kurê Doxo ye. Bi kurtasi jê re te gotin Ûsê Doxo.

Ûsê Doxo merxaseki ezîdiyên Şêngalê ye, Malbata wan ji eşira Bekiran e. Cihê wan ji aliyê bakûr ve dikevê li quntare çiyayê Şengalê û ji hêla rojavayê Ziyareta Şêrfedin e, Ûsê Doxo serokê eşîra Bekira ye.

Şengalî wê malbata nav û deng her dem di nav rêza mêrxasan de bîrtînin. Ji ber ku, wan di nav mercên rojên giran de mêrxasiya xwe selimandine.

Dema fermana Hafiz Ali Paşa (1835an heya 1837) osmaniyan êrişî li ser Şêngalê kiribûn û şêreki pir dijwar qewimî bû. Hingê Ûsê Doxo Ezidî parastibûn.

Piştî wê fermanê, dijî êzîdiyan fermaneke din ji aliyê Ömer Vehbî Paşa di sala 1893 de li herema Şêxan a giredayî Duhokê pêkhat.Hêzên êrişker ên Ömer Vehbi Paşa ji aliyê Duhokê ve dest bî qirkirina Ezidiyan kiribûn. Hingê li herema Şexan gelek êzîdî bi dara zorê kirin misilman. Heta, Mirza Beg û bist mazinên êzîdiyan hingê kiribûn misilman. Di herêma Şêxan da cur bi cur metoden şikencê li ser êzîdiyan pêkanîn, Êrişkeran êzîdî di wê kela kela germa havinê de bi rojan bê av hiştibûn. Yek hebû jê re digotin Şêx Kalo, ew keseki bi emir mezin bû, wî çend rojan serhev av venexwaribû. Şêx Kalo ji eskerekî osmaniyan avê dixwaze. Tê gotinê ku ew esker di şekala xwe de avê dide Şêx Kalo û paşê jî li pêş çavên hemû êzîdiyên ku li wir amadebûn sere wî jêdike û davêje li nav wan.

Osmaniyan Mirza Beg dişînin cem Siwokê Mato bavê Berçes da kû ew ji bibin misilman werin rayê. Siwokê Mato, Mirza Beg diqewitîne û dibêje ku; ew amadene serê xwê di oxira ol û netewa xwê de bidin lê ti caran teslim nabin.

Siwok kurê Mato yê, Mato ji kurê Hiseynê Dumili yê û mezinê eşira Dumilayê. Dî nav destana Derweş û Edulê de jî çend caran behsa Hiseynê Dumili tê kirin, Di destine de Edule hertim Derweş dişibinê Hiseynê Dumili.

Bi biryara Ömer Vehbi Paşa (Firiq Paşa) 18 tabûr leşkerên osmaniyan li gel nefihameka mezin a ji Araban Çiyayê Şêngalê hatibû dorpêçkirin. Osmaniyan biryargeheke xwe li Solaxê yek jî li Girê xirnofê danîbûn. Wan 3 top jî tevî xwe anibun. Cara yekemîne kû bî topan erişi li ser Şengalê dikirin.

Dî wê deme da keseki bî navê Mihamedê Yahya xwiniyê Siwokê Mato hebû, wi cameri zimanê Osmaniyan û Arabi baş zanibû, Siwok Axa ew kiribû tercuman. Ev jî diselimîne ku hingê êzidiyên Şêngalê bi tenê Kurdî zanibûn. Hetani niha jî tê gotinê kû Mihamedê Yahya tercumanê Siwok Axa bû.

Pişti çend guftugoyan, êzidiyan famkirin kû daxwaza osmaniyan xirabe. Siwokê Mato bang li hemû ezidiyên li çiyê dike û Civineke Mezin li bin Dara Ziwinga aliyê milkê Faqiran lidardixin. Kesên mîna Mirzayê Koçek, Mihamayê Evdo, Mahmudê Usê, Osê Mejdîn bavê Kemal, Mezinê Şamaliyan, Ali Axa mazinê Mentika beşdarî wê civînê bibûn. Her wiha di nav strana wê fermanê de jî “wan Egidan şêwr kirin li milkê Faqira li bin dara Ziwingê”. Hatiye gotin. Pir heyif û mixabin di demeke wisa tengav de êzidîdi bibûn du beş. Eşira mala Zero hingê xwê didin rex Siwokê Mato bavê Berces û wê yeke moraleki mazin dabû Siwok Axa. Şerê heri mazin û giran li Geduka Leylê dest pêdike û heya herema Bekiran a kû mala Usivê Doxo lê ye. Li hêla Bekiran 3 roj û 3 şevan şerekî giran qewimîbû, ti kes bî hawara bekiran va nehat, hejmara şervanên wan her diçe kêmtir dibê û ti ciyan nikarin alîkariyê wergirin. Ji wan hin kes dibêjin “werin em teslim bibin” hin jî dibêjin “werin em bazdin”. Lê belê berxwêdana egîdên Bekiran herdem didome. Pê nizanin ka gelo Siwok Axa çima nayê hawara wan. Hingê Bekiran beryar girtin ku şervanê xwê ye heri jehati bişinin Kersê, ta ku bizanibin rewşa wê derê çawa ye û gelo çima nayên hawara wan. Mihamayê Evdo ku mereki pir jehati bû siwariyên xwe yên herî xurt şandin cem Siwokê Mato bavê Berces. Dema ku Mihama gihîşte nezikî geliyê Kersê bu, bala xwe dayê dorûber. Dît ku dujmin topek danibûn serê girê Bekiran û ew top rê nadê ku kes were hewara wan. Hingê Mihama têgihîşt ka mesele çi ye û dîsa vedigere diçe herêma Bekiran. Li herêma Bekiran şer dijwartir e, şervan kêmin û ev yeka hikareke mezin li ser Mihama dike.

Di encama vê kerasetê de Mihama mirûzê xwe dadixe û dizaxe. Jinek hebû jê re digotin Zerîfe 4 kurên wê û birayê wê ku jê re diiptin Mehmûdê Ûsê di nav wî şerîdabûn. Rewşa Mihama ya pêrîşan bala Zerîfê dikişîne. Ji ber vê egerê yekser diçe li cem wî. Zerife li ber Mihama disekine û dibêje:

–Kuro Mihama heviya me hamûyan tu yi, em cesarete bi navê te didin wan xortan, bestlêhatian xortan navê te ye û ew wisa bêtirs şer dikin. Mihama bavê mino, vê yekê bi me neke”.

Zerife bi tewrekî veşartî digiri û dakû ti kes wê rewşa nerênî nebinê. Zerife ti caran naxwezê kû bahsa teslimbunê werê kirin.

Mihama pala xwê dide diwarêki û diponije, Zerifê dit kû bi hayran û qurbanê ti tişt çareser nabe. Bi hêrs Mihama re dibêje:

–Ma pişti kuştina van xortê heja tu li vir çi dikî? Şervanan wêtrê tu li bereya pêşîn di nav şer de yî.

Di we navbere de kurê Zerifê yê piçuk ku navê wî Bircune tê, Ew jî Mihama li wir dibîne. Ew 3 roj û 3 şev in Zerife li seı piya ye û kozik bi kozik digere, xwarin, Av û barutê dide şervanan û birinên wan derman dikê. Ji bo moralê şervanan bilind bike, pesnên berxwedana Mihama yê Evdo dida.

Lê dema ku kurê Zerife Bircun wî li wir dibîne şaş dibê. Mihama dibeje Zerifê ku:

–Herema Gundê Koco teslim bûye, eşîra Mendikan, çûne rayê navbera me û Siwok axê de topeke mezin danîne ji ber vê egerê ti kes nikarê were hewara me, em bi tenê mane. em çun, perda dilê min qatiyayê, ez bê hevî mam, ez ê herim çi bikim?

Zerifê kesereke kûr dikişîne û hêsir ji çavên wê dibarin. Li rêwşa Mihama ya pêrîşan dinyêre û dinale. Lê hevî û baweriya wê ya serkeftinê ti caran wenda nabe.

Xebera ketina rêwşa xirab a şervanên Şamaliyan jî dighêje Zerifê. Zerîfe bi kilamkî dibejê:

“Dinya li me teng bû weka dara bejingê,

Min dît Osê Mejdin kekê Kemal sê denga gazidikê Siwokê Mato bavê Berces,

Mihamayê Evdo bavê Saleh geli bav û bira Mêrê çebin xebateka mêran bikin û dêst hilinin.

Çavên xwê ji nezama Firiq Paşa meşkeninin ev sê rojin dengê tifinga Ali axa bavê Milhim ji gêduka xerbi nayê.”

Di we stranê dê bahsa xayintiya navxwêyi dike. Eziîdiyên Şêngalê di wê demê de mixabin bûbun du beş; Grubek a Xurkaniyan e ya din Cuwanebekiyan in. Mendikan û Simoqiyan jî çubûn rayê, û teslimî Osmaniyan bibûn.

Şêngali dibejin di wê navberê da Diya Mihama tê û dibîne ku Mihama ne li qada şer e. Hingê dibêje Zerifê:

–Ev çi hal e, nebî nebû hûn teslîm nebin.

Zerife bersiva wê dide û dibêje:

–Na dayê na, lê ti hêviyên Mihama nema ne.

Dayîk dizvire li ser wî û dibêje:

–Mihama, eger tu neçî şer were bikeve zikê min.

Gava ku dayika Mihama ev peyva tahl li eniya wî da, Mihama bayê bezê li hespê xwe siwar dibe dixwaze biçe şer bike. Zerifê dibêje:

–Mihama bisekine, fikreke min heye.

Mihama dibêjê:

–“Xwêde xêrke bejê Zerifê.

–Haydê ez û tu em biçin wê Topa mezîn ji navbera xwê û Siwok axayê gelîyê Kesê ji destê Çawişê ser topê bistinin, ta kû bila Siwok axa bikaribe bê hewara me.

Ev tişt heya wê gave neketibû bîra Mihama. Dibeşişe û bi çavên Zerîfê dinyêre dibêje:

–Zerife! gelo tû bi min re nayê?

Zerife serê haspê wî digre û diçin. Mihama erişi li ser topê dike Zerifê ji wî re hatani kû ew topê ji destên osmaniyan disitîne jê re tilîliyan lêdide. Li wê herêmê newalek heye. Niha jî jê re dibêjin Newala Mirinê. Ji ber ku Mihema û şervanên kurd di wê newalê de gelek leşkerên osmaniyan kuştibûn. Şêniyên derdorên Şêngalê heta roja iroyîn kerengên ku di wê newalê dê şindibin naxwin dibêjin ew der heram e.

Bi stendina topa mezin a ji Osmaniyan Hewara Şêngaliyan dighêje hev. Xortên êzîdiyan êrişî li ser eskeran dikin ta ku heya dighêjin Kerkûkê. Hingê nîşteciyên Şêngalê xwe ji halê reziltiyê xelas dikin

Piştî keraseta bi demake direj, mixabin paşverûtî li Şêngalê jî cih digre. Êzîdiyên ku ola wan bingehê piştevanî û wekheviyê ye, cîvaka xwezayî ne û xwadiyê şarestaniya heri kevnar in ketine bin hîkara çanda ereban. Dema keresata Tebaxa 2014, bi hatina şervanên Tevgera Azadiyê bî taybet YPJê hêza jinê Şêngali ji rastiya xwe hesiyan. Ew 60-70 salin dijberîtî û çewsandina jînê stûr bûye û rayên xwe berdaya li nav hişê civakê. Jin weke amrazekê dihat ditin. Ev bîrûbaweriya çewt ji ereban derbasî li nav kurdan bûye.

Heta nave Zerîfê ji nav strana wê kerasetê derxisitine. Şûna nave Zerîfê behsa navê Dawîdê Hisa hatiye kirin.

Min bî xwê ji, ji gelek Dengbejên Şêngalê pirsi ka gelo çima navê Zerifê nayê gotin; yekser dibejin ew jin e.

Belê Zerîfe jin e. Lê, eger YPJ ya jinan dema kareseta tebaxa 2014 şêr nekiribûna rewşa Şengalê de çawa bû ya. Îro dî Şêngalê de jin ji meran betir in û şêr dikin.

Di hemû fermanên berê de disa jînên Kurd şêr dikirin. Asta jin û mêr wek hev bû. Jînên Qahraman ji nav Kurdan gelekî derkatine.

“Şêr şer ê çi jin e çi mêr e” gotineke pêşiyên kurdan a geleki kevnar û biselimandî ye.

Dî diroka Kurdan de mirov rastî navên gelek jinên qahraman dibe. Wêk Xûrrem ku ew peşenkiya Şoreşekê dikê, Şarê keca Mussêk ji herema Rihayê, Xezala keça mirê Palo Xarpêtê, Seyrê Xuşka Mihamayê Derbes ji herema Xerzan û hwd. Bi taybetî Şehîdên mê yên iro di nav Tevgera Azadiyê de wêk Şehîd Berivan, Zilan, Sakine , Ronahî , Leyla Qasim, û bi sedan qehramanen din pêşengiya me kirine. Piştî hewkas qahramanî û fedakariya jinê divê ti gotin û kiryarên çewt li hember jinê rûnedin. Ji ber ku fedekariya wan li pêş çava ye.

Eger Zerifa Usê di wê Karasata 1893 da tunebûya rêwşa êzidiyan wê çawa buya?

Eger Zerife sê şev û sê rojan li piyan nemaya û xort motive nekiriba wê çawa bûya?

Eger Zerifê fikra erişî çawişê li ser topê bikin nedabuya gelo Mihama dikaribû serkeve?

Eger Zerifê wêk dayikekê di despekê da her 4 kurên xwê û birayê xwê Mahmud neşandibuna qada şer wê ciwakê bî Zerifê bahwerî anibuya?

Eger wêk Mihama hevîyên Zerîfê jî nemabûna êzidî niha di çi halî de bûn?

Têbinî: Di dîroka Kurdistanê de du Zerîfe hene ku nîşana berxwedana jina kurd in. Yek ji wan Zerîfa Şengalê, ya din jî Zerîfa Dêrsimê ye. Li pêş rihê wan ê berxwedanê em rêz digrin û serê xwe ditewînin.

Ji bo ku em Zerifeyan ji bîr nekin, divê em çi bikin?



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne