MISHEFA REŞ Û KİTÊBA CEWLE

MISHEFA REŞ Û KİTÊBA CEWLE Bİ TÎPÊN RESEN ÊN KURDÎ

 

Car caran mirov dihizire û dibêje, “gelo elfabeyeke taybet a kurdî hebû yan na?” Kurdistan li heremeke cihanê ya ku ji despêka dîrokê pê ve ciyê xwendin û nivisandinê bû. Milletekî wek kurdan kevin û di nav şaristaniyan de çawa dibe ku nikaribe ji bo xwe hin elfabe û nivisaran çêbike?” Wisa diyare ku ev guman û bêhevîtî beleheq e. Ji ber ku ne yek tenê çend heb elfabeyên kurdî hebûne. Ji vana yek jî ev elfabeya jêrê ye.

 

Çendekî berê elfebaya kurdî ya Masî Soratî hatibû destnîşankirin. Ew nûçe di medya sosyal de bibû sedema kelecaneke mezin. Lê belê ya ku Mishefa Reş û Kitêba Cewle pê hatiye nivisandin cuda ye û ji aliyê kalîgrafîkê de rêk û pêktir e.
Ev herdû pirtûk ji hêla keşîşekî fransiz eslê xwe kildanî di sala 1899an de hatiye nivsandin. Paşê di sala 1911an de li Fransayê derbarê wan pirtûkan de di kovara “Antropos” (hejmar 6) de gotareke taybet tê weşandin.

 

Dema ku keşîş Karmelî li Kurdistana Başûr biye, rastî kurdekî ku berpirsiyarê pirtûkxaneya taybet û nepenî ya êzdiyan tê. Jixwe çîrokeke taybet a vê hevdîtinê jî heye.
Her wiha keşîş Karmelî bi alîkariya wî û berpirsiyarekî din ê pirtûkxaneyê kopya Mishefa Reş û Kitêba Cewle bi dest dixe. Bala xwe didê ku tîpên ku ev pirtûkan pê hatine nivisandin mîna yên erebî, kildanî, aşûrî û hwd. nînin. Bi elfabeyeke taybet hatine nivisandin û 32 deng tê de hene. Keşîş Karmelî bi alîkariya çend kesan herdu pirtûkan werdigerîne bi tîpên erebî û latînî. Pir balkêşe ku Kitêba Celwe bi zaravayê soranî (devokê Hewlerî), Mishefa Reş jî bi Kurmancî hatiye nivisandin. Temenê van pirtûkan nayê zanîn. Hin kes dibêjin ku ew pirtûka Mishefa Reş di sedsala 16an de hatiye nivisandin. Wek delîl jî navê “lobiyê – fasoliyê” destnîşan dikin. Dibêjin ku lobî sedsala 16an hanîne Kurdistanê. Lê ev ne rast e. Ji ber ku hebûna lobiyan a li Asya Nêzik berya zayînê ye (http://arkeolojihaber.net/2010/07/31/1600-yillik-kuru-fasulye/).

 

Her wiha, zanîna temenê wan pirtûkên pîroz girîng e. Lê belê bi tîpên kurdî nivisandina wan girîngtir e.

 

Ji bo pirtûkan (PDF) bibînin bitikînin li vir



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne