ETÎMOLOJIYA NAVÊ ROJÊN “ŞEMΔ Û “ÎNΔ

ETÎMOLOJIYA NAVÊ ROJÊN “ŞEMΔ Û “ÎNΔ

 

Ali Husein Kerim

 

Di zimanê kurdî de navê rojan wek “yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în/înî, şemî” hatine bi navkirin. Eger ji navên rojan jimaran derbixin wek “în-î” û “şem-î” du navên xwerû dimînin. Ji xwe dengê “–î” yê ku bûye pêveka dawiyê, xwemaliyê (aîdîbûnê) pêk tîne.

Her wiha bi zimanê Hurrikî:

Hûrîkî Kurdî
šim ro/roj
Šimigi Xwedayê rojê

Navên ji šim yan jî šem a bi Hûrîkî derketine holê:
a-sim-an ezman
sema ezman
semafor çarçira
semah dîlana olî
semyan hişmet
şema şemaya hingivîn
şemal şewq
şemamik find (mûmik)
şemçe Kibrît (niftik, şixet))
şemetok ciyê hilû ku mirov dişiqite
şemî/şembe roja heftem ya hefteyê
şeml hişmet
şemûg eşik

Şêm- peyveke bi zimanê Horiyan ji navê Šim- “ro, roj” maye.

Navên Xweda û Xwerdawendan ên ku têkiliya wan bi peyva “şem” re hene:

Šamaš: Xwedayê rojê yê Babîlê ye. Ew û Xwedayê erdê bi hev re ronahiyê digerînin.
Šams: Berya Îslamê Xwedayê rojê yê ereba ye. Jixwe ji navê Šamaš derhatiye.
Samsum (Utu): Xwedayê rojê yê Sûmeriyan e.
Šimigi: Xwedayê rojê yê Hurriyan
Šiwini: Xwedayê rojê yê Uratoyan
Semele: Trak veya Friglerin yer tanrıçasıdr.
Simûrx: Teyrê Sîmir
Senmurv: Di mîtolojiya Îraniyan de Ejderhayê ku êgir dibijiqîne.
soma: Vexwarina asûmanî ya Xweda û Xwedawendan, tovê jiyanê yê hemû jîndaran.
Summamus: Xwedayekî Etrûskan ku şevê ronak dike.

Peyva şem-, şim- him di zimanê kurdî, him jî di erebî de cih girtiye. Her wiha ji bilî hurriyan akad û babiliyan jî heman nav bi kar anîne. Lê belê qasî hurriyan him wek nav û him jî wek peyv berfireh bi kar nehanîne. Diyare bingehê navê roja şemî bi hûrîkî ye. Ango bi kurdiya kevn e.
Hatiye zanîn ku, piraniya peyvên teknîka oldariyê, nav û gerdîşa homandinê yên gelên Asya Nêzik ji huriyan hatiye wergirtin.
************
Etîmolojiya navê în/înî:
Dema navê roja îniyê tê gotin homandin, nimêj û perestin dikeve bîra kurdan. Diyare ev ne bi tenê hikara îslamê pê ve peydabûye. Ji berya sumeriyan, hê ji serdema berbanga dîrokê pê ve tê bi kar înan. Heta li ser diwarên perestgeha Urkeşê ji hatiye nivisandin. “Tiš-atal, endan Urkeš – Tîş Atal endamê Ûrkeşê.” Du maneyên peyva “endan” hene: şah, mirovê pîroz. Jixwe di ferhenga hûriyan de ini/eni tê wateya Xwadê, Homanî. Her wisa nave roja îniyê jî tê wateya roja Xwadê, roja pîroz. Heman nav bi peyva Proto-Hînt-Ewropî *u̯en-, *u̯enə- ‘hezkirin, homandin/perestin’ ve jî tê selimandin.
Mînak:
Hititî u̯en-, u̯ent çareniwîs, pêşeroj
Avesta vanayatî serkeftin
Avesta vantar serkeftî
Sanskrit vánati, vanṓti hezkirin, serkeftin
Latini venus evîn, hezkirin
Latini veneror homandin
Toxarî A wani şabûn
Toxarî B wîn şabûn
Bretoniya kevin coguenoi nîştecih
Îrlandiya kevn venja- xizim
Slavoniya Kilîsê ya kevin unjii çêtir, bêtir

Xweda û Xwedawendên navê wan dişibê navê roja în/înî:
Ana: Xwedawenda Kelt û Îrlandiyan.
Ananke: Xwedawenda çarenivîsê ya Yonanan
Anat: Xwedawenda Kenaniyan, Xwîşka Xwedayê wan ê mezin Baal.
Ani: Xwedayekî etrûskan, alîkara Antaiosa ku Dayîka erdê ye.
En: Navê Xwedayekî kevn yê Îlîriyayê. Heman demê navê roja Pêncşemê di zimanê Arnavûtkî de.
Enkî: Nav3e Xwedayê erdê yê sûmeran.
Enlîl: Navê Xwedayê ba û bagerê yê sûmeriyan.
În/Înî: Bi hûrîkî navê Xwadê ye.

Her wiha navê roja în/înî tê wateya roja Xwadê, roja, perestinê, roja homandinê.

Bibliografie:
Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü, Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanya.
Arnaud Fournet, Allan R. Bomhard, The Indo-European Elements in Hurrian, Compararison of Hurrian and İndo-European Vocabularies, La Garenne Colombes/Charleston, 2010
Arnaud Fournet ve Allan R. Bomhard, The İndo-European Elements in Hurrian, La Garenne Colombes/Charleston, 2010.
Emile Benveniste, Hittite et indo-européen. Études comparative, Paris, 1962.
Emile Benveniste, Le present avestique uz-vaē_aya-, 1959
Friedrich Hrozný, Die Sprache der Hethiter, Leipzig, 1917.
G. A. Melikişivili, Die urartäische Sprache. Translated from Russian by Karl Sdrembek.1971,
Jaan Puhvel, Hittite Etymological Dictionary , New York, 1984
Jaan Puhvel, Laryngeals and the Indo-European Verb, Berkeley and Los Angeles, 1960.
Johann Tischer, Hethitisches etymologisches Glossar. Innsbrucker Beiträge zur Sprachwissenschaft 20, Innsbruck, 1977–.
Johanna Narten, Der Yasna Haptanhaiti. Wiesbaden 1986, Reichert.
Joharin Tischler, Hethitisches Etymologisches Glossar, Innsbruck 1983ff.
Johnny Cheung, Etymologgical Dictionary of the Iranian Verb, Indo-European Etymological Dictionary Series, Edited by Alexander Lubotsky, Volume 2, BRILL, Leiden – Boston 2007.
Manfred Mayrhofer, Etymologisches Worterbuch des Altindoarischen (Indogermanische Bibliothek, II. Reihe: Worterbucher). Cilt I: ADH, 1992. Cilt II: N-H, 1996. Cilt III: Vorbemerkungen, Jungere Sprache, Register, 2001. Heidelberg: Carl Winter.
Manfred Mayrhofer, Etymologisches Worterbuch des Altindoarischen (Indogermanische Bibliothek, II. Reihe: Worterbucher). Vol. I: ADH, 1992. Vol. II: N-H, 1996. Vol. III: Vorbemerkungen, Jungere Sprache,
Manfred Mayrhofer, Kurzgefasstes etymologisches Wörterbuch des Altindischen, Heidelberg, 1956-80
Martin Schwartz, Irano-Tocharica, 1974, Gs Menasce: 399-411.



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne