pir

PÎR

 

Di Zimanê Kurdî de bi mirovê temen mezin, kal, rûsipî re dibêjin pîr. Lê belê ev hemû jî di wateya fîzîkî de ne. Wateya wê ya înwanî û derûnî jî heye. Ji ber vê egerê heman demê bi kesên xwayî ezmûn û rêberên olî re jî dibêjin pîr. Diyare navlêka pîr ji Kurdistanê derhatiye û gihiştiye wateya xwe ya derûnî. Ji wir derbasî hemû Anadolî û Yewnanîstan û hemû Ewropayê bûye. Ev pêyv di Kurdistan û Anadoliyê wek pîr, li Ewropayê jî wek prester, priast, presbyter, presbyteros, patriarch, patrik tê bilêvkirin.

Di rûpelên dîrokê de rola pîran gelekî eşkere ye. Di Mezopoatamya, Anadolî, Misir, Yewnan û gelek deverên cîhanê de mirovên pîr, ango yên kal sembola sereke ya ezoterizmê (zanîsta nepenî) ne. Anegoreyî gelek ol û baweriyan pîr, sembola zanyariya komasî ya mirovahiya demên berê ye, yan jî binehişiya kollektif e. Ji ber vê egerê di dîrokê de navê pîr û yê şêwirdaran herdem bi hev re tê hizir kirin. Di jiyana rastî, xewn û xiyalan de rêzan û rêber hertim pîr in. Ew bûne sembola duristiyê. Her waha ji ber van egeran di Zimanê Kurdî de navê pîr û paqişiyê bi hev re tê bikar înan.

Heta li dawiya sedsala şanzdehan li Ewropa mezhebekî bi navê pûrîtan derketiye holê. Bi latînî purus ‘paqiş, saf’, di yewnanî de wek καθαρός (katharos) tê gotin. Katharos, heman dem navê pawlîkanên Serdema Navîn e.

 

Etîmolojiya nav û navlêka pîr

Kurdî pêyvên mîna pîr, pir, pûr di wateya ‘temen mezin, ezmûndar, bav, gelek, tijî û paqiş, îlahî, hilovan, bîr û bawerî’ tê bi kar înan. Pêyvên mîna ber, berik, berê, buhurî jî di wateya ‘yê li pêş, dendik, tov, yê li ber, yê ji ezmûnan re derbas bûye’, bîr tê meneya ‘çala ku av lê kom dibe, hafize’ ye. Navê pîr wateya hevbeş ya van pêyvan hemûya ye. Jêderka etîmolojîk ya vî navî gelekî eşkere ye.

Mînakî:

PHE *per– ‘ji sera derbasbuyî, berê’[1], *pro– ‘sereta, berê’.[2], PHA *pǝtêr ‘bav’, *prāi-, *prəi-, *prī, *pri– ‘hesta dostaniyê, hevsengî, ahengi’[3], PHE *bher-ĝh-, *bhor-ĝh-, *bhr-ĝh- ‘bilind, hilovan, xurt: çiya, gir’[4]. Ev pêyvên Proto-Hînd-Ewropî jêderka navê pîr yê sereta ne. Her wusa, pêyiva pîr wek nav û rengdêrên jêrîn li gelek zimanên kevin hatiye bi kar înan.

Wek nimûne:

Skt. Brahma (bruhm) ‘xwedayê afinêr, wek afinêrekî’, Brahman: ‘cevherê gerdûnî’, para (puraa) ‘üstün, yüce; farklı’, param (purum) ‘metafizik’, pramata(r) (prumatur): ‘zanyar, kesê destnîşan dike’, prema ‘evîna îlahî’, priya ‘hezkar, eziz’, purana (puraan) ‘18 çîrokên kevn yê di Vyasayê de’, purva ‘destpêk, berê’, prātar– ‘zû, li subê de, roja tê’, Skt. brhant– ‘bilind, xurt’, pitri(s) ‘bav’, pra– ‘destpêk, sereta’, prana– ‘hilma destpêkê, jiyana destpêkê’, prûşa– ‘mirovê mengî, îdeal’.[5]

Av. be’rezô (berez)’ ‘berêz, homan, hilovan’, paurva yê/ya destpêkê, yê berê’, para ‘yekemîn, pêş’, fra– :‘destpêk’

Latin prester ‘rahîb’, presbyter ‘parasvan, pîr’, pro ‘destpêk’ Gr. pater ‘bav’, Lat. pater ‘bav’, Yunanî presbyteros ‘rahib’,  πρωι (proi) ‘zû, subeh’, πρωμος (promos) ‘qumandar, leheng’.

İnglîziya Kevn preost, Almaniya kevn ya jorîn priast, prest jî ten wateya rahîb, her wiha ew û pîr wek hev in.

Hurr. bayri/wahri ‘bedew, ciwan’, burni/pur(u)li ‘perestgeh’, bur/wur ‘dîtin’, ‘buru: sağlam’, pal-/pa-li ‘zanîn’ purapši ‘rahib, keşe’, pu-u-ru ‘bi hêz, bi teqet’.

Hitt. pariyan ‘ji wêdatir, pêştir, berê’, para– ‘durtir, wêdatir’, Hitt. par-ku-uš ‘bilind’, Luw. par(a)- ‘hodax (ajovan), diajo’, parran– ‘berê, destpêk, parra’, parî ‘dûrtir, wêdatir’, parkuwa(i)- ‘paqişî, zelalî’, pariyan– ‘pile, berê’, pāriyanala/i– ‘wêdetir, pêştir’, paray(a) ‘bilind’, purpurriyamman ‘bêgavîtî’, purulliyašši(ya) ‘ji bo mihrîcanê’

Kassîdî bûr-/pûr‘hêz’, bûrî ‘beg, efendî’, Etrûşkî prumts ‘kurê kuran’, purth(ne) ‘desthilatdar’.

 

 

 

Ji bilî van pêyvên zimanên kevnar, gelek navên xweda û xwedawendên curbecur ku dişibên pîr hene.

Wek mînak:

Birdu: Li Mezopotamya xwedayekî binerdê ye. Hevserê Manungal e û di asta Nergal de ye. Buriyas: Di demên şerî de xwedayê parastvan yê Kasîtiyan e. Di tablêtên mixî de tê gotinê ku dema Kassîdî Babîl dagirtine vî xwedayî ew parastin. (B.Z. sedsalên XVI.)

Paramasva: Xwedayekî bûdîstan.

Paramita: Îlahekî bûdîstan Filozofik

Parasurama: Tenasuha xwedayê Vîşnû

Parcea: Xwedayê çarenivisê yê Greko-Roman.

Parendi: Xwedawenda bextewarî û adanê ya hîndûyan.

Pariskaravastita: Xwedawendeke piçûk yê bûdîsta ye.

Parjanya: Di Vedîkê de xwedayê baranê yê hîndûya ye û wek hemahenga îndrayê tê zanîn.

ParnaSavari: Xwedawendeke bûdîsta ye û bi pelgên daran xwe poşandî ye. Parsva:

Partula: Xwedayekî piçûy yê Romayê ye û bi karê zayînê re mijûl dibe.

Parvati: Makexwedawend ya hîndûsa ye.

Perende: Xwedayê bagerê berya xiristiyaniyê yê Arnavûtan e.

Perkons: Xwedayê bagerê yê Litwanan berya serdema xirisitiyaniyê.

Perse: Xwedayekî binerdê yê yewnanan e.

Persephone: Xwedayê mirinê yê yewnanan e. Wek Kore, Persephesa, Pherephatta û Roman jî  wî bi nave Proserpina bîrtînin.

Perun: Xwedayê bagerê yê slavonan. (Li serdema pêş xiristiyaniyê)

Peruwa: Xwedayê hîtîtiyan yê ku hespan diparêze.

DPirwa: Xwedayekî Lûwiyan

Portunos: Xwedayê derbasbûnê yê Roma.

Prabhakari: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan.

Prabhas: Xwedayê kar û bar yê hîndûyan.

Pracanda: Awayekî xwedawenda Dûrga ya hîndûyan.

Pradhana: Makexwedawendeke hîndûyan.

Pradipatara: Xwedayekî piçûk yê ronahiyê (Bûdizm).

Pradyuma: Xwedayê evînê li başûrê Hîndê.

Prajapati: Efinêrê sereta û rêzdar yê hîndûyan.

Prajna: Xwedawendeke bûdîstan.

Prajnantaka: Xwedayekî bûdîstan.

Prajnaparamita: Navê xwedawendeke bûdîstan.

Prajnapti: Xwedawenda perwerdê ya hîndûyan.

Prajnavardhani: Îlahê zanyariyê yê bûdîstan.

Prakde: Îlahekî cîwarî yê Efganîstanê.

Pramudita: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan.

Pranasakti: Xwedawendeke hîndûyan.

Pranidhanavasita: Xwedawenda bûdîstan.

Prasuti: Xwedawenda hîndûyan. Keça Svayambhuva û hevsera Daksa ye.

Pratibhanakuta: Xwedayekî bûdîstan.

Pratibhana: Xwedawenda bûdıstan ya rewşê diyar fike ye.

Pratisamvit: Navê gelemperî yê çar xwedawenda ye (Budist).

Pratyangira: Xwedawendeke bêd ya hîndûya ye.

Pratyusa: Xwedayê refaqetê yê hîndûyan e.

Prende: Xwedawenda evînê ya beriya xiristiyaniyê. Priapos: Greko-Roman bereket tanrısı

Priapus: Xwedayê sîberê yê romanan.

Priti: Xwedawenda hez û kêfxwaşiyê ya hîndûyan.

Priyadarsana: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan.

Prometheus: Xwedayê lehengiyê û afinêrê mirovan yê yewnanan.

Promitor: Xwdayekî piçûk yê kişt û kal li Roma.

Pronoia: Di xiristiyaniyê de hebûna sereta ya gnostik.

Proserpina: Xwedawenda mirinê li Roma.

Proteus: Xwedayekî piçûk yê deryayê (Yewnan).

Providentia: Xwedawenda besîretê li Roma.

Proxumae: Navlêka gelempêrî ya komek xwedawendên Roma-Kelt.

Prsni: Xwedawenda sereta ya erdê (Hînd)

Prthivi: Make xwedawend ya rûyê erdê (Hind)

Pryderi: Xwedayekî Keltan yê dojehê.

Puranai: Li başûrê Hîndê makexwedawend.

Purandhi: xwedawendeke adanê ya hîndûyan.

Purusa: Afinêrê sereta (Vedik, Hind).

Purvabhadrapa: Xwdawenda saman û sermalê ya hîndûyan.

Purvaphalguni, Purvasadha: Xwedawendên sermalê yên piçûk.

 

 

Kurtenav:

Av.             Avesta

ChSl:           Slava Dêra Kevn

Dan.            Danîmarkî

Goth.:          Gotî

Gr.              Yûnanî

Hitt.:           Hîtîtî

Hurr.:          Hûrrî

Luw.           Lûwîkî

PHE:           Proto-Hind-Ewropa,

 

Pirttûkên Sûdwelgirtinê:

Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü 2013

Alexander Lubotsky, The Indo-Iranian substratum, Early Contacts between Uralic and Indo-European: Linguistic and Archaeological Considerations. Papers presented at an international symposium held at the Tvärminne Research Station of the University of Helsinki 8-10 January 1999. (Mémoires de la Société Finno-ougrienne 242.) Chr. Carpelan, A. Parpola, P. Koskikallio (eds.). Helsinki 2001, 301-317

Ali Nourai, An Etymological Dictionary of Persian, English and other Indo-European

Alwin Kloekhorst, The Hittite Inherited Lexicon, 1978

Anders Holmberg & David Odden, Ergativity and Role-Marking in Hawrami, University of Leipzig & Max Plank Institute of Evolutionary Anthropology, 2004.

Anders Holmberg and David Odden, The Noun Phrase in Hawrami

Arnaud Fournet & Allan R. Bomhard, The İndo-European Elements in Hurrian: Hurrian Vocabulary 79, La Garenne Colombes/Charleston 2010.

Carl Darling Buck, A Dictionary of Selected Synonyms in the Principal Indo-European Languages , Chicago, 1949

Carlos Quiles & Fernando Lopez-Menchero, A Grammar of Modern İndo-European, Third Edition, Indo-European Language Assocation, 2011, UE.

  1. N. Mackenzie, The Dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon), Kobenhavn, 1966.

Danila İncze, Dictionar Sanscrit-Roman, s. 34, Editura Universitatii, Bucureşti 1995

David Michael Weeks, Hititite Vocabulary: An Anatolian Appendix to Buck’s Dictionary of Selectad Synonyms in the Principal İndo-European Langueges 1985, University of California, Los Angelos

Hejar Abdullapûr, Ferhengê Hêjar, Dezgehê Tevîjiyanewa û belevkerddenewai Mukriyan, 2008, Dihok

Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, Bern and Munich, 1959.

Michiel de Vaan, Etymological Dictionary of Latin and other Italic Languages, Brill 2008, Leiden-Boston.

Watkins, Calvert , The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots 1958, Boston Houghton Mifflin

Zana Ferqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê

[1] J. Pokorny, 810-16:2a.

[2] J. Pokorny, 846

[3] J. Pokornu, 844.

[4] Pokorny, 140-41; Walde 172-72: Mann 74, 125.

[5] G. de Purucker Occult Glosary, A Compendium of Oriental and Theosophical Terms, Theosophical University Press, Pasadenia, California, 2011



Me li medya sosyal belavbkin:



Me li ser çapemenia sosyal bişopînin:




Bêşîrove

şîroveyê bişîne